Bayik: Em ê li dijî AKP'ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin

Cemîl Bayik: Şert û mercên navxweyî yên li Tirkiye, herêmê û gelemperiya cîhanê nîşan didin, ku tifaqa AKP-MHP'ê çiqasî êrîş dike bila bike wê bi ser nekeve. Yên ku li ber xwe bidin û bi ser bikevin, em in.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, mijarên di rojevê de ne ji ANF'ê re nirxand.

Bayik destnîşan kir, ku ew Rewşa Awarte ya di 20'ê Tîrmehê de bi hinceta hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin, weke darbeyeke mîna darbeya 12'ê Îlona 1980'an dibînin.

Bayik diyar kir, ew guhertina destûra bingehîn a pêşkêşî referandûmê tê kirin jî weke restorekirina feraseta destûra bingehîn a 1982'an bi feraseta rêveberiyeke otorîter dibînin.

Cemîl Bayik bibîr xist, ku armanca destûra bingehîn a 12'ê îlonê qirkirina Kurdan bû û anî ziman, ev guhertina destûra bingehîn jî hewldana tifaqa AKP-MHP'ê ya ji bo tepisandina hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiyê ya Kurd e.

Bayik wiha dewam kir: "Em vê yekê weke berbelavkirin û dijwarkirina şer dibînin. Lewma em li dijî guhertina ku pêşkêşî referandûmê hatiye kirin e. Ev guhertin bi kêrî gelên Tirkiyeyê, bi kêrî gelê Kurd nayê. Berevajî, bi vê guhertinê re tê xwestin, sîstemeke hê otorîter were avakirin."

Bayik got, "Kurd ji her tişta demokratîk re dibêje Erê, ji her tişta ne demokratîk re dibêje Na. Ji ber ku her gava nedemokratîk dijminê Kurdan e, her gava demokratîk jî hewldanek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Em bi vî rengî nêzî guhertina destûra bingehîn dibîn. Lewma em dibêjin dengê 'NA' ji bo Tirkiyeyê xêr e. Dengê NA wê feraseta hegemonîk a otorîter bisekinîne. Ev yek jî dikare ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, derfetên nû, firsendên nû bafirîne. Biserketina dengê 'erê' ji xwe tê wateya dijwarkirina şer."

EM Ê PÊŞÎ LI ÊRÎŞÊN TIFAQA AKP-MHP'Ê BIGIRIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku biserketina dengê 'erê' di referandûma 16'ê nîsanê de wê şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê dijwartir bike û ev nirxandin kir:

"Bi dîtina me, ev yek wê bi kêrî gelên Tirkiyeyê û Kurdan neyê. Ji ber vê yekê, li dijî rêveberiyeke bi vî rengî ya şer, weke Tevgera Azadiyê ya kurd em ê li ber xwe bidin, berxwedana xwe berfireh bikin. Eger dengê 'erê' bi ser bikeve, wê pêwîstî bi xurtkirina berxwedanê hebe. Şer wê dijwartir bibe, wê li Tirkiyeyê belav bibe. Em dikarin vê bêjin. Êdî şer wê ne tenê li Kurdistanê be. Berê li Tirkiyeyê hin çalakî dihatin lidarxistin, lê di dema nû de wê Tirkiye jî ne kêmî Kurdistanê qada şer be. Ji ber ku dixwaze hêzên demokrasiyê bitepisîne, Kurdan bitepisîne, naxwaze bi rêyên demokratîk pirsgirêkê çareser bike. Baweriya xwe bi demokrasiyê nîne. Jê heye ku demokrasî wê bi kêrî karê Kurdan bê. Ji xwe Tirkiye ji ber vê yekê heta niha demokratîk nabe. Bi sedema ku Kurd wê jê sûdê bigirin, gaveke demokratîk nayê avêtin.

Eger dengê 'erê' bi ser bikeve, ya dikeve ser milê hêzên azadiyê û demokrasiyê, dorfireh û xurtkirina berxwedanê ye. Ji qada leşkerî heta qada sivîl demokratîk, berxwedan wê bi berfirehî dewam bike. Eger di encama referandûmê de rêvberiyeke faşîst qirker derkeve holê, berxwedana me wê dîrokî be. Em ê bi rengekî dîrokî li ber xwe bidin. Em ê bi awayekî seferberiyê şer bikin. Jix we ew dibêjin, piştî 16'ê Nîsanê wê şer mezin bikin, berfireh bikin, nizanim çi bikin, çawa biqedînin. Ev yek tê wateya bilindkirina asta şer. Bêguman ev armancên wan xeyalî ne. Bi dehan hikumet hatin ser desthilatdariyê ji bo me tine bikin. Lê hemû li bin ketin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku şert û mercên navxweyî yên li Tirkiyeyê, yên li herêmê û gelemperiya cîhanê nîşan didin, ku tifaqa AKP-MHP'ê çiqasî êrîş dike bila bike wê bi ser nekeve. Bayik got, "Yên ku li ber xwe bidin û bi ser bikevin, em in. Ji ber vê yekê em ê bi şiyara 'em ê teqez bi ser bikevin', di sala 2017'an de têkoşînê li her deverê li dijî desthilatdariya AKP'ê bimeşînin. Eger ew dixwaze li her deverê li dijî me şer bike, hingî em ê jî bi hemû derfetên xwe li her cihî li ber xwe bidin. Bersiva me wê bi vî rengî be."

DI NAVA REWŞEKÊ DE KU HEWL TÊ DAYÎN KURD BÊN TASFIYEKIRIN, GELO AŞTÎ PÊKAN E?

Ji bo pirsa "Di rewşa heyî de, gelo pêkan e ku bi Tirkiyeyê re pêvajoya aştiyê ji nû ve were destpêkirin?" Bayik ev bersiv da:

"Ne pêkane li Tirkiyeyê pêvajoyek aştiyê were destpêkirin. Ji ber ku pêvajoya aştiyê bi feraseteke çareseriya pirsgirêka Kurd dibe. Li cihekî ku feraseta çareseriya pirsgirêka Kurd nîne, gelo wê çawa aştî pêk were? Rêber Apo bi ked û hewldaneke mezin di 28'ê Sibata 2015'an de Mutabaqata Dolmabahçeyê ya maqûl da amadekirin û bi rêya heyeta HDP'ê û rayedarên hikumetê ji raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê re ragihand. Ev mutabaqat bi feraseta maqûl a Rêber Apo re di navbera hikumetê û HDP'ê de hat çêkirin. Dema ku me got, bila hin tiştên din lê bên zêdekirin, Rêber Apo got, 'Na, bila bi vî rengî were weşandin'. Rêber Apo bi Mutabaqata Dolmabahçeyê re xwest pêşî li demokratîkbûnê veke. Bi vî rengî xwest, sîstema qirkirina Kurdan a hegemonîk otorîter têk bibe. Rêber Apo dît ku Erdogan dixwaze sîstemeke hegemonîk, otorîetr ava bike û ji bo pêşî li vê bigire Mutabaqata Dolmabahçeyê da amadekirin. Mutabaqata Dolmabahçeyê demokratîkbûna Tirkiyeyê weke armancê datanî holê. Lê belê, ji ber ku Tayyîp Erdogan li dijî demokrasiyê ye, xwest sîstemeke hegemonîk otorîter ava bike, dît ku Mutabaqata Dolmabahçeyê ya Rêber Apo pêşî li avabûna sîstema hegemonîk otorîter digire, ev yek tine hesiband. Got, "Mutabaqata çi, demokratîkbûna çi, ti eleqeya vê bi demokratîkbûnê re nîne' Red kir. Ji ber ku Erdogan di wê demê de ji xwe qanûna ewlekariya hundir bi meclîsê dabû qebûlkıirin. Bi paketa ewlekariya navxweyî re bingeha hiqûqî ji êrîşên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê amade kir. Piştî redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, tecrîda li ser Rêber Apo şidand. Tevî vê yekê jî Rêber Apo bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re xwest pêşî li şerê gengaz bigire. Lê belê Tayyîp Erdogan hilbijartinên 7'ê Hezîranê tine hesiband. Bi MHP'ê re tifaq kir û di salvegera Peymana Lozanê de dest bi şer kir.

Armanca vî şerî şikandina hêza Kurdan bû. Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat xurt bûbûn. Li tevahiya Rojhilata Navîn Tevgera Azadiyê ya Kurd veguherî hêzekê. Lê belê, ji ber ku polîtîkayeke çareseriyê ya dewleta Tirk tine bû, ev xurtbûna Kurdan li dijî xwe weke xeteriyekê dît û dest bi şer kir. Şer ji ber vê yekê heta roja îro dewam dike. Dixwaze hêza Kurdan bieciqîne, tine bike, tasfiye bike. Bi hikumeteke ku xwedî polîtîka û zîhniyeteke bi vî rengî ye û bi dewleteke ku dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike, gelo destpêkirina pêvajoyeke aştiyê pêkan e? Di rewşeke bi vî rengî de pêvajoyek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare derkeve holê? Bêguman dernakeve holê. Ji ber ku dixwaze bieciqîne û mîna sedsala 20'an Kurdan di nav zordariya sîstema mêtînger qirker de bihêle.

Tirkiye ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li Sûriyeyê jî naxwaze Kurd bibin xwedî maf. Eger li Başûrê Kurdistanê têkiliyê bi PDK'ê re datîne, sedem PKK ye. PKK'ê weke tehlûkeya sereke ji bo xwe dibîne. Lewma ji bo PKK'ê tasfiye bike, têkiliyên bi PDK'ê re datîne. Di rewşeke ku tevgereke bi vî rengî ya tasfiyeyê û êrîşê heye, gelo pêvajoyeke aştiyê pêkan e. Çareseriyek pêkan e? Ji ber vê yekê, pêwîstî bi gavên ku zîhniyetê diguherîne heye. Ji bo vê jî lazim e polîtîkaya qirkirinê û tepisandina vîna Kurdan a dewleta Tirk ji holê were rakirin."

Bayik destnîşan kir, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne."

ROJAVA Û SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK WÊ BANDORÊ LI TEVAHIYA HERÊMÊ BIKE

Bayik bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û got, "Li Sûriyeyê bi qasî 2,5 mîlyon Kurd hene. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li Heleb, Şam û Reqayê nifûseke girîng a Kurdan heye. Ji ber vê yekê derfet û potansiyela wan heye ku di siyaseta Sûriyeyê de bi bandor bin. Girîngiya Rojava ji bo Kurdan, beriya her tiştî dewamkirina hebûna çand û nasnameya Kurdan e. Kurd mîna li Tirkiyeyê û welatên din, li Sûriyeyê jî dihatin înkarkirin, qirkirin. Dibe ku li Sûriyeyê dijminatiya li Kurdan, ne mîna ya li Tirkiyeyê bû. Dema mirov Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê di vê mijarê de bînin berberî hev, Sûriye xwedî hin nêzîkatiyên nerm bû. Lê belê li wê derê hebûna Kurdan nedihat qebûlkirin. Nedihat qebûlkirin ku bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Kurd li wê deverê di nava pêvajoyeke qirkirinê ya bi demê re bûn."

Bayik bibîr xist, li Rojavayê Kurdistanê sîstemek siyasî û jiyaneke civakî ya ji jiyana bi hev re ya Ereb, Suryanî, Tirkmen û Çeçenan derketiye holê û bi berdewamî got, "Lewma êdî nepêkan e ku Kurd sîstema berê qebûl bikin. Naxwazin li jiyana berê vegerin. Armanceke xwe ya ji bo avakirina dewleteke cuda nîne; bi temamî dixwazin Sûriye demokrartîk bibe. Nêrînên Rêber Apo di vê çarçoveyê de ne. Rêber Apo jî dixwaze Sûriye demokratîk bibe û li vê derê Kurd bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Dixwaze Kurd di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de bi rengekî xweseriya demokratîk bi nasname, ziman û çanda xwe bijîn û xwe bi rê ve bibin."

ŞOREŞA ROJAVA JI BO BIBE PIREK NAVBERA KURDAN Û CÎHANA EREB, GELEKÎ HÊJA YE

Bayik anî ziman, Rojava ji bo Kurdan bi taybetî ji bo wan gelekî girîng e û wiha dewam kir: "Ji ber ku jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd, garantiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Garantiya jiyana demokratîk û azad a Kurdan ti hêzeke derve hîne. Bi demokratîkbûna Rojhilata Navîn, bi demokratîkbûna welatên herêmê re wê jiyana demokratîk û azad a Kurdan ewle bibe. Lewma demokratîkbûna Sûriyeyê ji bo me girîng e. Demokratîkbûna Sûriyeyê wê ne tenê demokratîkbûna Sûriyeyê be. Wê di demokratîkbûna tevahiya Rojhilata Navîn de rola xwe hebe. Wê bandora domîno bike. Eger li Sûriyeyê demokratîkbûn pêk were, ev yek wê bandorê li Tirkiyeyê, li Iraqê û li Rojhilata Navîn bike."

Bayik bibîr xist, ku têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gelên Ereb re her tim baş bûye û got, "Rêber Apo her tim bawer kiriye ku têkiliya kUrdan a bi gelên Ereb re wê li Rojhilata Navîn rê li ber encamên gelekî girîng veke.

Cemîl Bayik destnîşan kir, ku ew Şoreşa Rojava ji bibe pirek di navbera Kurdan û tevahiya cîhana Ereb de gelekî hêja dibînin.

PÊWÎSTE ENCAMÊN BERXWENEDANA PDK'Ê YA LI ŞENGALÊ BAŞ BÊN DÎTIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê di dewama axaftina xwe de nêzîkatiya PDK'ê ya li Şengalê nirxand û got, "Ji bo fêhmkirina rewşa li Şengalê, pêwîste rewşa ji dema destpêkirina êrîşa DAIŞ'ê û heta roja îro bê nirxandin. Dema ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir, PDK'ê li wir li ber xwe neda û dest jê berda. Di encama vê de xeteriyeke qirkirinê li ser Êzidiyan der bû. Halbûkî beriya wê, tevgera me serî li PDK'ê da û jê re got, 'em gerîlayan li wir bicih bikin û li hemberî êrîşê li ber xwe bidin. Lê PDK'ê bi gotina 'pêwîstî pê nîne, hêzên me hene' ev yek red kir. Tevî vê yekê jî tevgera me tîmek ji 12 kesan şand. PDK'ê astengî derxist pêşiya vê jî. Sê ji wan girt. Lê belê dema DAIŞ hat, PDK'ê li ber xwe neda. Êzidî bi qirkirinê re rû bi rû man. Bi sed hezaran Êzidî ji bo ji qirkirinê rizgar bibin, bi pîxwasî, berê xwe dan çiyê. Gerîla li cihên stratejîk bi cih bûn û pêşî li qirkirinê girtin. YPG-YPJ û gerîlayên HPG'ê korîdorek vekirin û Êzidî ji wir derxistin. Bi şerê li dijî DAIŞ'ê re destûr nehat dayîn ku DAIŞ temamiya Şengalê dagir bike. Bi hezaran jin, zarok êsîr ketin destê DAIŞ'ê. Bi hezaran hatin kuştin. Êzidî ketin nava travmayeke bi vî rengî. Fermana 73'an li wan rabû. Kêm ma bû tine bibin. Tinebûna Êzidiyan li Şengalê tinebûna temamiya Êzidiyan bû. Pêwîste encamên ku liberxwenedana PDK'ê derxist holê, were dîtin."

Bayik bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dema ku di sala 2007'an de êrîş li Şengalê hat kirin û 600-700 kesî jiyana xwe ji dest da, rewşa xetere ya li pêşiya Êzidiyan dît û xwest tedbîr were girtin.

Bayik anî ziman ku wan serî li PDK'ê dan, lê belê PDK'ê ewlekarî negirt û got, "Êzidî mîrateyeke ku dîrokê ji mirovahiyê û Kurdan re hiştiye. Eger em xwedî li Êzidiyan dernekevin, wê kî xwedî lê derkeve? Hêzeke siyasî ya xwedî li Êzidiyan dernekeve, nikare xwedî li xwe û mirovahiyê derkeve. Ji ber vê yekê em xwedî li Şengalê derketin. Em xwedî li Êzidiyan derketin, em ji wan re bûn alîkar, bûn alîkar ku xwerêveberî û xweparastina xwe ava bikin."

Cemîl Bayik ragihand, eger xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan hebûya wê heta neferê dawî li dijî DAIŞ'ê li ber xwe bida û dest ji Şengalê berneda.

JI BO CAREKE DIN FERMAN RANEBE, DIVÊ ŞENGAL XWESER BE

Bayik got, "Lê belê PDK'ê dest ji Şengalê berda. Ji ber sedemên siyasî PDK'ê dest jê berda. Nexwest li dijî DAIŞ'ê şer bike. Ji ber vê yekê jî Êzidiyên li Şengalê kir qurban. Di nava rastiyeke bi vî rengî de, gelo ji piştgiriya me ya ji bo avakirina xwerêveberî û sîstema xweser a Şengalê bêhtir tiştekî mafdar û rewa heye? Ev yek wezîfeyeke însanî ye. Wijdanî û exlaqî ye. Pêwîste çepik ji bo vê bê lêdan û destek bê dayîn.

Gelo çêdibe ku rabin bêjin, 'We li Şengalê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dan, Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin, êdî karê we qediya ye, dest ji vir berdin û biçin? Pêwîste Şengal bibe xwedî xwerêveberî û xweparastinê. Lazim e karibe xwe bi xwe biparêze. Ji bo careke din ferman lê ranebe, divê sîstemeke xwe ya xweser hebe. Bêyî pêkanîna vê yekê, terikandina Şengalê wê bibe bêberpirsyariya li pêşberî Êzidiyan, dîrokê û mirovahiyê. Ev yek wê xiyanet be."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, piştî kêmasiya di 3'ê Tebaxê de kir, diviyabû PDK'ê bixwastas Êzidî bibin xwedî xweparastin û xwerêveberiyê û got, "Ev yek jî tê wateya statuyeke wan a demokratîk û xweser. Kengî PDK'ê ev yek parastin, wê hingî bê hesibandin ku rexnedayîna xwe daye, ji şaşitiyê vegeriya ye. Hem tu yê bikeve vê rewşê, hem jî rabe bêje, ez ê mîna dema beriya 3'ê Tebaxê bibim desthilatdar! Gelo ev rewş exlaqî û wijdanî ye? Em li dijî vê ne. Armanca me serdestbûna li Şengalê nîne. Ti nêzîkatiya PKK'ê nîne ku li Şengalê bibe serdest. Şengal divê ya Şengaliyan be, ji aliyê Şengaliyan ve bê parastin û bê birêvebirin. Pêwîste Şengal xwedî rêveberiyeke demokratîk be. Xwedî xweseriyeke demokratîk be. Di nava jiyaneke bi vî rengî ya xweser de jî hemû hêzên cuda yên siyasî dikarin bixebitin. Li cihekî xweseriya demokratîk hebe, divê kes ji karê siyasî yê kesî netirse. Lê belê PDK'ê nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan neda."

Bayik bibîr xist, ku PDK'ê niha hêza leşkerî şandiye Şengalê û dixwaze mîna dema beriya 3'ê Tebaxê bibe serdest. Bayik got, "Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Qebûlkirina vê tê wateya bê exlaqî, bê berpirsyarî û bê wijdaniya li hemberî Êzidiyan. Eger PDK li wê serdest be, wê zextê li mirovên weke wê nafikire bike. Wê Kurdên ne mîna xwe, tasfiye bike. Em dibêjin; hemû meylên cuda yên li nava Êzidiyan li hev bicivin, meclîsa xwe û rêveberiya xwe hebin. Di nava vê Meclîsê de yên nêzî PDK'ê, yên nêzî YNK'ê, yên nêzî PKK'ê divê hebin. Bila rêveberiyeke hevpar hebe. Lê bila yek neyê nebêje ez ê bibim serdest. PDK niha dibêje, ez ê bêm û li wê derê serdest bim, her tişt wê bi ya min be. Ev nêzîkatî ne rast e. Pirsgirêk ji vir derdikeve."

EM DIXWAZIN HEMÛ PIRSGIRÊKAN BI KONGREYA NETEWEYÎ ÇARESER BIKIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku dema gerîla çû Şengalê, pêşmerge li wir nebûn, PDK li wir tine bû û got, "Em ti cih dagir nekiriye, ji destê kesî negirtine. Şer li dijî DAIŞ'ê hat kirin, şehîd hat dayîn. Berpirsyarê hemû tiştên neyînî yên li Şengalê, PDK ye."

Di mijara çareserkirina pirsgirêkê de Bayik anî ziman ku ew dixwazin bi diyalogê û lihevkirinê çareser bikin, lê van hewldanên wan ji nedîtî ve tên.

Bayik got, "Plana ku di encama hevdîtina bi dewlet Tirk re hat amadekirin, xistine meriyetê. Êrîşî Şengalê dike. Yê ku rê li ber vê rewşa neyînî vedike PDK bi xwe ye. Lazim e PDK vê sererast bike. Ew ne pêşmerge ne; ew leşekrên bi pere yên hatine perwerdekirin e. Hêzên dijminê Şoreşa Rojava ne. Ji ber vê yekê divê ev hêzên kontra derhal bên vekişandin. Pirsgirêkên li Şengalê di nava yekîtiya neteweyî de bi beşdariya hemû rêxistinên Kurdan bi feraseteke hevpar dikarin bên çareserkirin. Em nabêjin illehî bila bi ya me bikin. Lê belê nabe ku PDK jî bêje divê bi ya min bikin. Pêwîste em bi rengekî xweser nêzî wir bibin."

Bayik di dawiya axaftina xwe de diyar kir, bal kişand ser bandora dewleta Tirkiyeyê ya di afirandina van pirsgirêkan de û got, "Ya rast, em dixwazin hemû pirsgirêkan di nava kongreya neteweyî de çareser bikin. Ji ber ku PDK jî hêzeke girîng a li Kurdistanê ye. Ti nêzîkatiyeke me ji bo tasfiyekirina PDK'ê nîne. Lê belê hewldaneke PDK'ê ya ji bo tasfiyekirina PKK'ê jî wê rê li ber pirsgirêkên giran veke. Bi dîtina me ji bo çareseriya pirsgirêkan divê kongreya neteweyî tavilê li hev bicive û pirsgirêkên li her cihî bi diyalogê werin çareserkirin.