Bayik: Divê KNK xwe nûjen bike û bang li milyonan bike

Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik peyamek ji Desteya Giştî ya 18'an a KNK'ê re şand. Bayik bal kişande ser giringiya yekîtiya navxwe ya Kurd û got, ''KNK li çar parçeyan û li derveyî welat divê bigihije asta wê rrêxistiniya ku bang li milyonan bike''.

Desteya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) cara 18'an bi tevlêbûna 300 delege û mêvanan li Hollandayê civiya.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê û Endamê KNK'ê Cemîl Bayik peyameke nivîskî şande ji desteyê re ku gelek partiyên siyasî yên Kurdistanî û sazî û dezgeh lê hazir bûn. Bayik got li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan fersendên mezin ava bûne.

Bayik got, ''Îro li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan fersendên mezin ava bûne. Lê ku ev mayinde nebin wê windahiyên vê giran bin. Ji bo vê jî li çar parçeyan Kurd divê ya xwe bikin yek. KNK li ser vê mijarê divê dakeve nav hemû beşên civakê û li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat lez bide xebatan.''

PERGALA KU SEDSALA 20'AN AVA BÛYÎ FEŞKILÎ YE

Hevserokê KCK'ê di destpêka peyama xwe de ya ku ji bo desteya 18'an a KNK'ê re şandî bal kişande ser krîza cîhanî ya berdest, diyar kir ku ev krîza niha weke krîza beriya Şerê Cîhanê yê 1'ê giran e, pergala ku piştî Şerê Cîhanê yê 1'ê û 2'an hatî avakirin bi giştî feşkilî ye û li ser terisîna wê wiha got, ''Ev krîza her çendî li deverên cîhanê yên cuda bi rengê siyasî û aborî we nîşan bide jî li Rojhilata Navîn bi rengê şer xwe nîşan dide.''

Bayik ji ber sedema bi rengê şer xwenîşandana krîzê ya li Rojhilata Navîn jî got, ''Sedema pêşîn ew e ku arîşeyên li Rojhilata Navîn pir giran in'' û li ser sedema duyan jî got, ''Di avakirina pergala cîhanî de cografyaya Rojhilata Navîn bi risteke navendî radibe.''

GELEK XIRABÎ HATIN SERÊ KURDAN

Bayik di peyama xwe de bi berdewamî got di encama nakokî û şerê berdest de ya li Rojhilata Navîn wê pergaleke nû ya cîhanî ava bibe, şerê niha wê hem rengê pergalê û hem jî naveroka wê diyar bike. Bayik diyar li ser karakterê şerê li Rojhilata Navîn got, ''Niha şerê li Rojhilata Navîn ku bi rengê Şerê Cîhanê yê 3'yan tê binavkirin, bi vî karakterî didome. Pergala cîhanê û Rojhilata Navîn a piştî şerê cîhanê yê 1'ê hatî avakirin li ser înkara Kurdan û Kurdistanê ava bû.''

Li ser rewşa Kurdan a bi avakirina vê pergalê û polîtîkayên hêzên hegemon ên derbarê Kurdan  Bayik wiha pê de çû: ''100 salekê Kurdan xirabaiya vê pergalê dît. Ên ku ev rol dan, ku dema wê hat bi bikaranîna vê rewşa Kurdan bi yek pêngavê û ji cihê herî qels hewl dane ku rengekî dî bidine pergala herêmê. Kurd, car caran dema ku li dijî zilma li ser xwe rabûne, hemû hêzên pergalê ji bo ku Kurd ji vê rewşê dernekevin û vê asteng bikin, destek dane polîtîkayên zextê yên mêtingeran, lê dema ku hêzên hegemon bi mêtingeran re pirsgirêk jiyane, tim faktora Kurd mîna amûreke taktîk bi kar anîne.''

Bayik bi berdewamî got, ''Kurd divê hay ji vê rastiya dîrokî hebin û li gor vê têbikoşin. Heke Kurd van polîtîkayên dewletên mêtinger û hêzên navnetewî ku dixwazin li herêmê bibin hegemon baş fêhm bikin û li gor vê rewşa xwe baş binirxînin, di pergala nû ya cîhanê û Rojhilata Navîn de dikarin bibin xwedî statû û rewşeke nû. Heke vê nikaribin binirxînin encamên vê wê pir giran bin.''

KURD DIVÊ HAY JI HÊZA XWE HEBIN

Bayik bi berdewamî got, 'Beriya her tiştî divê  Kurd hay ji hêza xwe hebin û divê bi xwe bawer bin. Ji ber ku Kurd bi têkoşîa xwe ya 100 salî statûkoya Rojhilata Navîn derizandine. Hêzên hegemon li gor berjwendiyên xwe destek dane vê an jî destkeftiyên Kurdan asteng kirin. Ji bo vê jî Kurd hem divê hay ji hêz û rewşa xwe hebin û hem jî polîtîka û hedefên hêzên hegemon ên herêmê û yên dewletên mêtinger baş tespît bikin. Bêguman heke vê baş binirxînin û di polîtîkayê de afirîner bin Kurd wê ji vê pêvajoyê serkeftî derkevin.''

'HETA KU REJÎMÊN TIRKIYÊ Û ÎRANÊ NEGUHERIN DEMOKRATÎKBÛN NABE'

Bayik ji bo reorganîzasyona pergala cihanî bal kişande ser girîngiya Tirkiyê û Îranê ya di reorganîzasyona Rojhilata Navîn de û got, ''Tirkiye û Îran nobedar û paşmêrên statûkoya  Rojhilata Navîn in. Heta ku ev neyên guhartin û di rêya demokrasiyê de ti guharîn di wan de neyê kirin li Rojhilata Navîn guherînên radîkal zehmet in.''

'KURD XWEDÎ WÊ HÊZÊ NE KU DIKARIN ROLA XWE BILIZÎN'

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK'ê Cemîl Bayik bi berdewamî bal kişande ser rola Kurdan a di vê pêvajoyê de û got, ''Ji hêla siyasî, leşkerî û aborî nebe jî, di guherînên polîtîk de hêza ku bi kêmanî bi qasî Tirkiyê û Îranê hêzeke dî ya ku dikare rola xwe bilîze Kurd in. Heke em vegotineke rastir bibêjin li hêleke statûkoya Rojhilata Navîn û diyalektîka guherînê Tirkiyê û Îran hebin li hêla dî Kurd hene û gel û  Hêzên Demokrasiyê yên ku li dora wan rêxistinî dibin. Diyalektîk wiha ye: Her ku destkeftiyên Kurdan û Hêzên Demokrasiyê zêde dibin, li Rojhilata Navîn derfetên guherîn û demokratîkbûnê mezin dibin.''

'JI BO KURDAN TALOKE Û GEFA MEZIN DEWLETA TC'Ê YE'

Bayik bal kişande ser polîtîkayên Tirkiyê û Îranê yên li ser Kurdan û got, ''Ji bo Kurdan hêla ku em lê baldar bin ew e ku polîtîkaya Tirkiyê û Îranê ya li ser Kurdan ne taktîk lê stratejî ye. Nexasim  Tirkiye hebûna Kurdan û statûya wan ji bo xwe weke tinebûnê dibîne. Ji bo vê jî têkbirina siyaseta îmha û înkarê ya ku dewleta TC'ê li ser navê mêtingeriyê temsîla wê dike, ji bo hemû Kurdan mijareke stratejîk e. Em bi rehetî dikarin vê bibêjin; ji bo Kurdan talokeya mezin ne DAÎŞ, ne El Nusra û ne jî dewletên din ên mêtinger in, ji bo Kurdan talokeya herî mezin, gefa herî mezin dewleta TC'ê ye. Heke siyaseta îmha û înkarê ya dewleta TC'ê were şikandin hem palpişta sereke ya statûkoya Rojhilata Navîn wê were hilweşandin û hem jî li çar parçeyan wê pêşî li çareseriya demokratî a pirsa Kurd vebe. Destkeftî û statûyên Rojava û Başûr jî wiha wê mîsoger bibe. Îran jî di rewşeke wiha de wê nikaribe polîtîkayên xwe yên li ser Kurdan bidomîne.'

'HEM DERFETÊN AZDIYÊ HENE Û HEM JÎ TALOKE'

Bayik bi berdewamî bal kişande ser derfet û talokeyên şerê Rojhailta Nnavîn a ji bo  Kurdan û got, ''Ev nakokî û şer hem derfetên mezin ên azadiyê bi dest Kurdan ve tînin û hem jî bi xwe re talokeyên mezin hildigirin. Feşkilîna pergala sedsala 20'an a li ser înkara Kurdan ji bo Kurdan tê maneya fersend û derfetên mezin. Kurd çendî bikaribin derfetan baş bibînin û talokeyan berteraf bikin, di hevsenga nû ya Rojhilata Navîn de dikarin bi çalakî cih bigirin, azad bibin û bibin xwedî statuyekê.''

Bayik got li pêş azadbûn û statûya Kurdan astengên mezin hene û domand, ''Bi pêşengiya Tirkiyê bi astên cuda hevkariya mêtingeran a li dijî Kurdan talokeyeke mezin e. Ji bo Kurdan du talokeyên eslî hene: Yek ji van, parçebûna Kurdan û pêkneanîna yekîtiya naxwe. Ya dî jî ew e ku Kurd doza xwe bi qasî ku têrê bike hê nebirine qadên navnetewî, li qadên navnetewî bi hêzên siyasî yên demokratîk re û gelan re hê têkiliyeke xurt nedanîne.''

Bi vê çarçoweyê Bayik li ser rola KNK'ê wiha got, ''Armanca damezirîna KNK'ê û armanca hebûna wê mijara Yekîtiya Netewî ye, pirsgirêka herî girîng a Kurdan e.''

DIVÊ KURD YEKÎTIYA XWE YA NAVXWE PÊK BÎNIN

Bayik bi berdewamî bal kişande ser rewşa parçebûnê ya Kurdan, got, ji bo ku Kurdan parçe dike û diqurpîne yan jî ji bo ku Kurdan li dij hev bi kar tîne ew nikarin hêzên mêtinger tawanbar bikin û û wiha pê de çû, ''Her wiha em nikarin hêzên global jî tawanbar bikin ji bo ku Kurdên parçebûyî ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî mîna malzemeyên taktîk bi kar tînin. Helwesta wan li gorî hişmendî û siyaseta wan a mêtinger û emperyalîst e. Berpirsê sereke yê vê rewşê, em aktorên siyasî û civakî Kurd in. Ji bo ve jî divê ev baş wer dîtin û tespîtkirin: Heke em Kurd bibin yek,  ti hêzeke mêtinger nikare me înkar bike û newêrê şerê me bike. Hêzên mêtinger ên ku niha ji bo ku Kurdan tine bikin ketine pêşbaziyê wê demê ji bo ku bi Kurdan re bibin hevalbend wê bikevin pêşbirkê. Bêguman dema ku Kurd bibin yek, hêzên global jî, wê dev jê biqerin ku Kurdan di siyaseta Rojhilata Navîn ji bo armancên taktîk bi kar bînin. Bêguman, ji bo pêkhatina yekîtiya navxweyî ya Kurd di serî de KNK, gelek keda hin hêlên siyasî, beşên civakî, şexsiyetên hêja çêbûne.''

KNK DIVÊ XWE BERA NAV CIVAKÊ BIDE

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK'ê Cemîl Bayik bi berdewamî got, ''Dema ku mirov bi vê perspektîfê li pirsa Yekîtiya Netewî dinere, li gel ku xebatên KNK'ê yên heta niha kirin binirx in jî, wê were dîtin ku kêm in. Pîvana têrkirinê ne xebata zêde ye, pîvan ew e ku mirov bigihje hedefa li ber xwe. Heke me Kongreya Netewî tam rêxistinî nekiribe ev tê wê maneyê ku em kêm mane. Di vê rewşê de ya ku divê were kirin ew e ku bi hişmendî û perspektîfeke nû mirov bixebite. Weke Albert Eînsteîn gotî, ''Tim dema ku mirov heman tiştan dike mirov nikare encamên cuda bi dest bixe''. Ji bo vê jî divê em di mijara xebatên yekîtiya netewî de divê em perspektîf û rêbazên xwe nû bikin. Ev nayê wê maneyê ku KNK xebatên xwe yên berê yên berê ku li ser hin rêgezan bi partiyên siyasî û nirxan hatî cem hev rawestîne. Berevajî, divê ev bidomin. Niha ya ku divê were kirin ew e ku tenê bi partiyên siyasî re na, bi hemû cihêtiyên civakî ku neteweya me pêk tînin, bi komên dînî-mezhebî re, bi jin û ciwanan re, hemû endamên netewê li dor hin rêgez û nirxan bîne cem hev.''

DIVÊ KNK XWE BIGIHÎNE BI MILYONAN

Bayik bi vê çarçoweyê got divê ''Rêgezên Derbarê  Yekîtiya Netewî' ya KNK'ê were qeyîmkirin û her wiha KNK di rêxistiniya xwe de ber bi nûjenkirinê ve biçe. Bayik wiha got, ''Desteya Giştî ya KNK'ê, dkare wesfê xwe yê rêxistiniya navendî bidomîne, li gel  vê KNK divê mijara ku xwe di nav kûrahiya civakê de rêxistinî bike, bîne rojeva xwe.' KNK li her parçeyê Kurdistanê û li derveyî welat, divê bibe rêxistiniyeke wiha ku xwe bigihîne bi deh hezaran, sed hezaran û bi milyonan.''

Bayik her wiha bal kişande ser xebatên dîplomatîk jî û got, ''KNK weke ku li Kurdistanê wê bike, li derveyî welat jî divê rasterasts bi civakê re têkiliyê deyne, giraniyê bide xebatên dîplomatîk ên cameweriyê.''

LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN LI SER RÊBER APO DIVÊ KES BÊDENG NEMÎNE

Bayik herî dawî bal kişande ser rewşa girtîbûn û tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir li gel rewşa rêxistinî ya ku divê li ser were sekinandin, hin rojevên siyasî yên sereke heke ku divê li ser wan were sekinandin û got, ''Yek ji van rewşa girtîbûnê ya lîderê PKK'ê Serok Apo û tecrîda li ser e. Rêber Apo hem aktorê sereke yê pirsa Kur dû hem jî nirxê Kurdan e. Li bara polîtîkayên li ser Rêberekî Kurd idvê ti partiyeke siyasî ya Kurd û ti welatparêz xwe nebihistî neke. Ti nêzîkatiya li bara Rêber Apo ne takekesî ye. Her nêzîkatiyeke li bara Serok Apo bi  hedefeke siyasî ye û encamên wê yên siyasî hene. Ev rasterast têkilî çareseriya pirsa Kurd e. Ne tenê ji bo çareseriya pirsa Kurd a li Bakurê Kurdistanê, ji bo têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê rewşa Rêber Apo hemû Kurdan têkildar dike. Polîtîkayên li ser Rêber Apo, tenê ne gavên TC'ê ne. Li pişt vê Pergala Rojava heye. Tecrîda li Imraliyê, nîşana wê ye ku Pergala Rojava çareseriya pirsa Kurd naxwazin.''

Bayik bi berdewamî bal kişande ser pêşwazîkirina Serokkomarê Tirk  Erdogan ya di demeke wiha de ku polîtîkayên faşîst li Tirkiyê û Kurdistanê gihaştine asta herî bilind û got, ''Ji ber ku hêz û rola Rêber Apo ya di pirsa Kurd de tê zanîn, helwesta ku nîşan didin îfadeya wê ye ku di pirsa Kurd de ne xwedî polîtîkayeke çareseriyê ne. Ji bo vê girîng e bi xebatên ji bo şertên tenduristî û bi xebata azad a Rêber Apo zext li pergala Rojava were kirin. Li ser mijara polîtîkayên li Imraliyê ji bo ku hin hêzan bike tevgerê KNK dikare bi rolekê rabe. Di vê mijarê de pêdivî bi xebateke rêxistinî û bi armanc heye. Bêguman guherîneke li ser nêzîkatiya Rêber Apo, li qadê wê bandora xwe li ser azadî û statûya Kurdan bike.

Siyast îmha û înkarê ya TC'ê û rejîma Îranê jî ya ku li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dikin jî rojevên girîng in. Teşhîrkirina vê rejîmê û geşkirina têkoşîna gelê me peywirên sereke yên KNK'ê ne.''

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK'ê Cemîl Bayik herî dawî got, ''Yekîtiya Netewî jî sedema damezirîn û hebûna KNK'ê ye. Heke KNK bi layiqî rola xwe bi cih bîne, bêguman wê encamên bedew derkevin holê.''