Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Eyup Yildiz (Zinar Stêr) ê ku di operasyona li Dersimê de jiyana xwe ji dest dabû û Çarşema bihurî li Goristana Karşiyaka ya Êlihê hatibû definkirin. Malbata Yildiz 3 rojan sersaxî qebûl kir.
ANF
ÊLIH
şemî, 1 avrêlê 2017, 22:11
Bav Ayhan Yildiz ê di merasîm û konê sersaxiyê de axivî wiha got: “Di serî de kurê min û hemû zarokên Kurdan, ji ber birsîbûnê, nezanînê û cehaletê vê rêyê xet nakin û dest nadin çekê û biçin çiya. Li dijî hişmendiya ku bi sedê sala ne me dihelîne, me cuda dike, me tine û bi sedan car û hezaran carî qir dike vê rêyê hilbijartine. Eger ku kurê min bixwestiba dikarî jiyanekî pir cuda hilbijartiba, lê vê rêyê hilbijart. Em bi kurê xwe serbilindim. Weke bavê wî ez pê serbilindim.
Bav Yildiz di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji vî şerî tu kes serkeftinê bi dest naxe û tu kes ji vî şerî serkeftî dernakeve. Zinarek (Eyup) çû, 20 zinarên din cihê wî digire. Eger ku em birane, welatê me yek e, warê me yek e, em birayê hev ê heman olî ne, werin em li ser vê pirsgirêkê rûnin û baxivin. Bi axaftinê ev pirsgirêk tê çareserkirin. Bi kuştin û mirinê ev pirsgirêk çareser nabbe, bi dawî nabe. Canê me dişewite. Canê meç û, lê bila mirina dawî ya Kurdan û vî welatî be.”