Banga tevlîbûna çalakiya 15’ê Sibatê hate kirin

Komîteya ji Ocalan re azadî ji bo şermezarkirina 15’ê Sibat Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê li gelê Başûrê Kurdistanê kir.

Komîteya ji Ocalan re azadî ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê 15’ê Sibatê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin, kir.

Komîteyê bi dirûşma ‘Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî tu jî dengê xwe bilind bike’ banga tevlîbûna çalakiyê kir.

Çalakî wê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê bê kirin.

Navnîşana çalakiyê:

Dîrok: 15’ê Sibata 2019

Saet: 14:00’ê êvarî

Cih: Hewlêr- meş ji pêşiya Navenda Îqameyê destpê dike heta pêşiya avahiya NY