Balafirgehên li Başûrê Kurdistanê vedibin

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî diyar kir ku xetên derve yên balafirgehên Hewlêr û Silêmanî wê ji roja Pêncşemê vebin.

Balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê, piştî referandûma 25'ê Îlonê li seferên navneteweyî hatibû girtin.

Beriya niha bi demeke kin, dema vê qedexeyê ji bo sê mehên din hatibû dirêjkirin. Lê belê Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî diyar kir ku balafirgeh wê ji roja Pêncşemê û pê ve ji seferên navneteweyî re bê vekirin.

Ebadî agahî neda ku destpêkê wê ji seferên kîjan welatan re bê vekirin.

Piştî referandûmê roja 16'ê Cotmehê hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî bajarên Xaneqîn, Xurmatû û Kerkûkê dagir kiribûn û seferên navneteweyî li balafirgehên Başûrê Kurdistanê qedexe kiribû.