Balafirên şer ên Tirk bombe li Avaşîn û Qendîlê barandin

Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Qendîl û Avaşînê barandin. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê zerar negihiştiye hêzên gerîla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker di 9'ê Adarê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Balafirên şer saet di 13:00 de geliyê Şive yê herêma Avaşînê, saet di navbera 13:00-14:30 de gundên Bêpelan û Bêreşê yên herêma Qendîlê, saet di navbera 16:30 û 18:00 de jî qada gundên Mavnan û Bêpelan ên Qendîlê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."