Bagera Cizîrê: Sê gund hatin rizgarkirin

Di Pêngava Bagera Cizîrê de li aliyê Cezratê 3 gundên li bejahiya Dêra Zorê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Bi vî rengî baskên Cezrat û Ebû Xeşebê gihîştin hev.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, ku 9'ê Îlonê dest pê kir, bi pêş ve diçin.

Li baskê Mergedayê, şervanên QSD'ê bi 2 kîlometreyan ber bi rojavayê gundê Kobra ve çûn. Şerê li vî alî dewam dike.

Li Baskê Siwerê jî şervanên QSD'ê xwe gihandin pêşiya gundê Mewalih ê li bakurê rojava yê bajarokê Siwerê. Di vî şerî de 3 çete hatin ukştin, termê 2 çeteyan ketin destê şervanan. Her wiha şervanan çekek BKC, kalaşnîkovek tevlî rextê wê desteserkirin. Şerê li vir giran e.

Şervanên li baskê Cezratê jî gundên El-Sewa, Mişlak û Mihêmda yên li bakurê rojava yê Dêra Zorê rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê yên li baskên Ebû Xeşeb û Cezratê duh bi şev gihîştin hev. Şervan her bi pêş ve diçin.