Avesta: Bi hilbijartinê naçin, bi berxwedanê wê hilweşin!

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku gelên Tirkiye û Kurdistanê tenê bi rizgariya ji rejîma Erdogan dikarin azad bibin û got, "Erdogan û Bahçelî yên faşîst bi hilbijartinê naçin. Tenê bi berxwedan û têkoşînê têk diçin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rûdanên salê, bi taybetî peymana li ser Şengalê hatiye îmzekirin, lîstokên PDK'ê yên li ser nirxên Kurdan, kiryarên AKP-MHP'ê, tecawûzên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, têkoşîn û berxwedana gerîlayên azadiyê, çalakiya greva birçîbûn û zextên li ser girtiyan, her wiha pengavên KCK û KJK yên 'Dema Azadiyê' ji ANF'ê re nirxand.

Em bi germahiya pêngaveke mezin ketin salvegera 43'yan a damezrandina PKK’ê. Li ser têkoşîna sala derbasbûyî û desteketiyên têkoşînê hûn çi dibêjin? 

Ez destpêkê tevahî şehîdên sala 2020’an di şexsê rêheval Kasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan, Egîd Garzan û hevalê Yilmaz Dersim de, dîsa şehîdên Heftanînê di şexsê rêheval Esmer, Amara û Rûsteman de bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînim û li ber bîranîna wan a mezin bejna xwe ditewînim. Sala 2020'an bi keda mezin a şehîdên gelê Kurdistanê li ser xet û sekna Rêber Apo bû sala gelê Kurdistan û tevahî hêzên demokratîk. Niha em û gelên heremê bi têkoşîn, bi qeyran, bi aloziyekê û bi şer ve ketin sala 2020'an. Li hemberî vê jî sekin û berxwedan çêbû. Di destpêka salê de di navbera dewletên yekbûyî ya Emerîka û Îranê de aloziyeke mezin rû da. Fermandarê hêzên Supayê Kudusê Qasim Sûleymanî, dîsa fermandarê hêzên Heştî Şabî li Iraqê Mehdî Mûhendisî li Bexdayê hatin kuştin.

Vê yekê li ser heremê û li ser hevsengiya navbera pergalê bandoreke xwe kir. Bi taybetî pergala baviksalarî ya desthilatdar û hegemonî nîşanda ku weke berê nikare xwe berdewam bike. Ew pergala hegemonî bi hemû awayî ketiye tengasiyekê û qeyraneke giran heye. Ji bo vê jî êdî hevsengî cih diguherînin. Taybet di vê salê de ev rastî xwe baştir da diyarkirin. Ev heya dawiya salê jî berdewam bû. Hêzên şerxwaz, di milên şer de dixwazin xwe li ser heremê ferz bikin, hemû sal êrîş û politîkayên xwe berdewam kirin. Lê belê hilbijartina Emerîka ya 3'yê Mijdara 2020’an da xûyakirin ku hem gelên li Emerîka bi taybet jin, hêzên demokratîk, hêzên dijberî nijadberestiyê û hêzên ji derveyî pergalê têne hiştin dîtin ku bi vê rengî nayê meşandin. Weke Yeketiya Ewropa, weke hêzên koalisyonê sîyaseta ku pergal dimeşîne ji berjewendiyên xwe re têr nedîtin û gihiştin vê qenehetê ku bi rêbazeke bê sekinandin. Ji bo vê ketin nava hewldan û lêgerên cûda. 

Siyaseta ku dewleta faşîst a Erdogan dimeşîne ji bo xwe xeter dîtin. Ji bo pêşî lê girtinê helwesta Emerîka dîsa ji bo xwe diyarker dîtin. Hêviyên xwe bi hilbijartina ve dane girêdan. Di hilbijartinan de Serokkomarê Emerîkayê Trump li bin ket. Namzetê demokratan ji bo Emerîka hate hilbijartin. Dibe ku ev hilbijartineke welatekî bû lê di encamê de hilbijartineke pergala hegemonîk bû, ji ber ku Emerîka hîna jî şahê pergala hegemonî ye. Dema hilbijartina Emerîka çêbû te digot qey hilbijartin li Tirkiyeyê ye, li Rojhilata Navên ango li Ewropa çêdibe. Her kesî hesap û berjewendiyên xwe li gor vê hilbijartinê kirin. Piştî hilbijartinê her beş li gorî wê bi Serokê nû re çawa kar bike ketin liv û tevgerê. Herî zêde ya ku hesabên xwe li ser siyaseta Trump kiribû û Trump ji bo xwe cihê şantajê bi kar dianî û di dema desthilatdariya Trump de ew siyaseta takekesî a nîjadperest û a bênirx dida meşandin dewleta Tirk û Faşîst Erdogan û Bahçelî bû. Bi vê siyaseta Trump di nava 4 salan de pir zerarê mezin dan Kurdan. Xwestin salên pêş jî Trump bistîne û bi vê rengî berdewam bikin. Ya ku planên wî herî pir serûbin bû yek jê dewleta Tirk bû. Sala 2020’an daxûyakirin ku êdî siyaseta diktatoran, siyaseta zulmê nikare encam bigre û bi demdirêjî xwe bidomîne. 

Têkçûna Trump bandoreke xwe ya pir mezin li Tirkiyê û rejîma Erdogan kir. Pergala global ya hegemonî di sala pêşiya me de wê di nava hewldanên hevsengiyê cûda de be. Bi taybetî siyaseta Biden û YE wê hîn nêzî hev bimeşe. Li ser Rojhilata Navên ew ê hesabên cûda derkevin pêş. Pirsgirêkên ku li Sûrî, Libya û Ermenistanê di encamê siyaseta Erdogan de têne jiyîn, ji bo pêşî li vê siyaseta Erdogan girtin ew ê hewldan û rêbazên nû bikevin dewrê.  Di rojhilata Navên û heremê de yê xwedî proje û perspektîf gelê Kurdistanê ye. Di tevahî salê dihat xûyanîkirin yegane çareseriyên hemû pirsgirikên ku têne jiyîn yekgirtina gelan e û hişmendiyeke demokratîk e. Minaka vê jî Bakur û Rojhilata Sûrî de tê jiyîn. Rûxmê êrîşên dagirkeriyê ji hêla dewleta Tirk ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî domandin jî, rêveberiya xweser weke modeleke demokratîk pêş ket û hêviyê dide tevahî gelan. Di giştî sala 2020’a ji bo na gelên azadîxwaz bû saleke berxwedan û bilindkirina tekoşînê. Dîsa bû sala li nirxê xwe xwedî derketinê. Vê jî bawereriyeke mezin da avakirin. Bingeheke xurt ava kir. Wisa xûyadike ku ev sala pêşiya me wê bibe sala pêşxistina pergaleke demokratîk, yekgirtina civak û jinan. 

Tecrîda girankirî li ser Reberê Gelê Kurd hîn dijwarî berdewam e. Her wiha li gelemperiya zindanên welat û li Tirkiyê zextên dijwar jî heye. Girtiyên azadiyê daxuyanî dan ku xwedî li pêngava “ dem dema azadiyê” derdikevin. Bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger tevlî pêvajoyê bûn. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin û xwedî derketina girtiyên azadiyê divê bi çi awayî be?

Pêngava ‘dem dema azadiyê ye' a ku tevgera me KCK û KJK dayî destpêkirin bi rastî jî pêngaveke stratejîk e. Stratejîkbûna xwe her roja ku diçe xwedî derketina li vê pêngavê û azadiya Rêber Apo hîn baştir diyar dibe. Tecrîtkirina Rêber Apo tecrîtkirina tevahî gelê Tirkiyê, gelê heremê û jinên azadîxwaz e. Heta ku Rêber Apo di bin tevrîtê de be ne gengaz e tu pirsgirêk bêne çareserkirin û aramî çêbibe. Ji ber ku nêzîkbûn li Rêber Apo nêzîkbûna li çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyê ye û li mafê gelê Kurdistanê ye. Rêber Apo temsîla hêzên azadîxwaz û demokratîk dike. Ji bo çareseriya azadiya gelê Kurd, ji bo azadkirin û demokratîkkirina herem û Rojhilata Navên Rêber Apo xwedî paradîgmayeke demokratîk e. Ji bo vê jî hêzên komploger ji bo ku Kurd û Kurdistan di bin destê xwe de bihêlin, ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin ji pergaleke demokratîk titirsin. Ji bo vê tecrîta li ser Rêber Apo dijdînin û bi israr berdewam dikin. Ji tecrîda ku li Îmrali tê domandin hêzên navdewletî jî berpirsyar in. Rola ketiye ser milê dewleta Tirk tenê bekçîtiyeke Îmraliyê ye. Îmrali bi huquqeke taybet tê meşandin. Bi huquqa hêzên navdewletî ê ku komplo pêkanîn tê meşandin. Di nava vê salê de CPT raporek amade kir û rapor eşkere kir. Di wê raporê de da diyarkirin ku li Îmrali  nehûqûqî heye. Tecrîd heye, têkeli bi derve re tûneye. Lê belê tenê di gotin de hiştin. Gavên pêwist ku divê bavêjin pêşnexistin. Hesap li dewleta Tirk nepirsîn. Ango cezayên li ser dewleta Tirk bê sepandin nexistin meriyetê. Ev nêzîkatî dide diyarkirin ku pergala hegemonîk vê tecrîdê dide meşandin. Rêber Apo li hemberî siyaseta tecrîdê û ne naskirina vîna gelê Kurd û politîkayên AKP-MHP'ê  yên şantajî ku dixwazin di şexsê Rêber Apo de Kurdên azad dîl bigrin di nava berxwedaneke bêhempa û sekneke bi rûmet de ye. Sekna Îmralî peyama ku dide me li hemî qadan li hebûna xwe xwedî derketin û tekoşîn bilindkirin e. Pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' li ser vê pêyamê pêş dikeve û encamên girîng bi dest dixîne. Di sala pêşiya me de li ser vê bingehê wê hîn bi rê û rêbazên nûjen, bi çalakiyên cihêreng û bi belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo wê berdewam bike. Hedefa me ya bingehîn û stratejîk mîsogerkirina azadiya Rêber Apo ye. Heta ev hedef û armanc pêk neyê wê bênavber tekoşîn berdewam bike. em ji her demeke zêdetîr xwedî derfet in, binesazîyên xurt hatine avakirin. Li welat û derveyî welat di şexsê Rêber Apo de tekoşîna gelê Kurdistanê bi baldarî tê şopandin û bandoreke xweş dike. Hêviyê dide tevahî gel û jinan.

Ji zilma 12’ê Îlonê xeraptir zilm li ser girtiyan heye...

Pişgiriyeke herî xurt û biwate li zindanan dest pê kir. Zindan di diroka tekoşîna me de êniyeke herî berxwedêner û serhildêr e. Bi berxwedana zindanan xeta partîbûnê hatiye pêşxistin. Di tekoşîna azadiyê de sekin û helwestên zindanan bûye bingeheke girîng. Her tîm rih daye civakê û bûye xeta pêşeng a îradebûna gelê azadîxwaz. Xeta berxwedana zindanan ji Mazlum heta Xeyrî Kemal, Aliya û Sarayan dest pê kirî bi hemû zindîbûn û bi nirxê xwe ve didome. Li ser zindanan zilmeke giran heye. Dîlên azadiyê ya nexweş nayên dermankirin. Rûxmê nexweşiya korona li hemî welat û li Tirkiyê belav dibe li zindana tedbîrên vê nayên girtin. Qelem û defterên wan jî ji destên wan tên girtin. Ji zilma 12’ê Îlonê xeraptir zilm li ser girtiyan heye. Bi vê re faşîzm dixwazê vê vîna heyî bişkîne. Li hemberî tecrîda li Îmrali li ser Rêber Apo tê domandin dîlên azadiyê careke din bi erkeke dîroke rabûn. Ji 27’ê Mijdarê vir ve bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger ketin nava berxwedaneke birûmet û tevlî pêngava Dem Dema Azadiyê bûn. Ez bi vê mûnasebetê hemî dîlên azadiyê bi rêzdarî û bi hûrmet silav dikim. Çalakiya wan ya bi wate û girîng pîroz dikim. Ez bawer dikim bi vê çalakiyê pêngava Dem Dema Azadiyê hîn bi wate û bi nirx kirin. Dibê ku tevahî gelê Kurdistanê hêzên demokratîk, saziyên mafê mirovan, rêxistinên jinan, rewşenbîr û hunermend bibin dengê berxwedana zindanan û lê xwedî derkevin. Ji ber ku vê demê şert û mercên zindanan pir giran in. Di bin zilmeke mezin de çalake didome. Li zindana xwedî derketin, xwedî derketina nirx û rûmeta mirovhîyê ye.

Niha rewşa Tirkiyê li ber çavan e. Bi pratîkên AKP-MHP'ê Tirkiye di qeyraneke de difetise. Ji bo vê qeyranê sedemên mezin hene. Yek ji wan pirsgirêk ango ya herî sereke pirsgirêka Kurd e. Îro heman feraset em dibînîn bi destê Erdoganê faşîst ku dibêje pirsgirêka Kurd nîne tê berdewamkirin û tê gotin, li aliyê dî jî xwedêgiravî wê reforman bike.  Li ser vê hûn çi dibêjin?

Niha faşîzma AKP-MHP rûyê wan ê reş derketiye holê. TiştekÎ ku xwe pê binixûmîne nemaye. Hemû rêbazên şerê taybet, ya şîdet, ya dagirkerî û ya faşîzmê li ser gelê Kurdistanê, li ser gelê heremê û gelê azadîxwaz û demokratîk bi kar aniye. Fazîma AKP-MHP'ê êdî şikiyaye. Li ber zinarekê ye, bi dahfeke dikare têk biçe. Lê mixabin xwe bi xwe wê ev faşîzm tûne nebe. Wisa tê xuyakirin ku careke din rejîma faşîst ya Erdogan û MHP li gor pêşketînên siyasî yên cihanê dixwazin careke din bi gotinên weke ku ew ê reforman bikin serî li sîyaseteke dek û dolaban dide. Di ajanda AKP-MHP’ê de ji bili qirkirin, talankirin, dagirkirin, tacîz û tecawîzkirin û faşîzmê wêdatir tiştek tûne. Tiştekî bi navê AKP'ê nemaye êdî. AKP bûye MHP. Ya ku vê siyasetê dimeşîne feraseta MHP’ê ye. MHP desthilatdar e, aqil dide û Erdogan teslimî wî bûye. Herkes vê yekê baş dizane, dijî û dibîne. Tu pirsgirêk çareser nekir hîn zêdetir kûr kir. Jixwe faşîzma Erdogan û AKP projeyeke bû, hêzên hegemonî û komploger ev proje anîn ser hikûm. Ji roja ku hate ser hikûm heya niha pirsgirêka Kurd ji bo ku çareser bike nêz nebû. Tenê ji bo xwe bigihîne armancên xwe yên hegemonî pêngavên cûda carinan davêt. Dema kêfa wî hat gote pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e. Dema dît ku planên wî ser neket vê carê jî got pirsgirêka Kurd nîne. Ev gotinên dawî û îmaja ku dixwaza pêş bixîne hemû peyamên ji bo Emêrîka û yeketiya Ewropa ye. Ji ber siyaseta dema derbasbûyî nakokiyek di navbera wî û pergalê de derketiye. Bi van gotinan dîsa dixwaze wext ji xwe re bibîne. Em tevgera azadî û hêzên demokratîk vê ferasetê baş nasdikin. Negengaz e ku careke din baweriya xwe bi van gotina bîne û tenezûl bike. Ji ber ku herkes dizane bi vî awayî Erdogan nikare bi dirêjayî hikûmê xwe berdewam bike. Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di navbera pergal û civakê de qeyraneke sîyasî, aborî tê meşandin. Ji ber ku civak hilmê nestîne. Xwekuştin, qetilkirinên jinan, xîzanî û birçîbûn di asta herî bilind de ye. Ji vana hemû rizgarbûyîn yeganê riya çareseriyê li dijî vê faşîzmê tekoşîn û berxwedan bilindkirine. Gelê Tirk û gelê Kurdistan encax xwe ji rejima Erdogan xelas bikin dikarin azad bibin û demokrasî bînin Tirkiyê. Ev hatiye misoger bûye ku bi faşîzma Erdogan û Bahcelî re jiyan xwedîderketina ji nirxên xwe, tinebûn e. Tenê rêyeke çareserîye heye, ew jî rêxistinkirina enîya demokrasiyê ye û geşkirina têkoşîneke domdar e. Şefê faşist Erdogan û Bahçelî bi hilbijartîna tek naçîn. Encax bî tekoşîn û berxwedane dikarin bêne hilweşanin.

Bêgûman tecawîz wek amûreke şer û ya desthilatdariyê li ser jin tê meşandin. Lê dema AKP heya niha bûyerên tecawîzê zêdetir bûne. Bi taybet demên dawî li Kurdistanê bi destên leşkerên Erdogan bûyerên tecawîzê bi  zanebûn dibin. Tekoşîn û nerazîbûn di milê jinan de jî ji bo van bûyerên kirêt hene. Divê civaka Kurd li hemberî van kiryaran çawa hişyar be û nerazîbûn di kîjan astê be?

Niha tiştê ku li Tirkiyê û li Kurdistanê bi destê dîktator Erdogan û Bahçelî tê jiyîn herî zêde li ser tepisandin û ferzkirina xeta azadiya jin de tê xûyakirin. Asta azadî û ya jiyîna jinê rewşa dewlet û sîyaseta welat dide diyarkirin. Li Kurdistan û Tirkiyê encama vê rejima faşîst deskeftiyên jinan a bi dehan salan bidestxistine yek bi yek di bin êrîşan de ne. Nirxên ku jinan yên pîroz bi ked, tekoşîn û berxwedanê bidest xistiye di bin êrîşa faşîzmê û feraseta baviksalarî de ye. Di sala 2020’an de nirxên herî zêde ku destdirêjahî li ser çêbûn bedena jinê û destkeftiyên wê bûn. 

Bi dehan jin bi tecawîz û qirkirinê re rû bi rû man. Dîsa bi keda hezaran şehîd û mîlyonan hevkariya jinan saziyên demokratîk ku hatibûn avakirin êrîş li ser çêbûn û hatin dagirkirin. Mînaka vê êrîşa li ser pergala hevserokatiyê, girtina saziyên jin û metirsiya ji holê rakirina peymana Stenbolê bide nîşandan. Li hemberî van keryaran bênavber jinan di serî de Bakur û Tirkiyê, Bakur û Rojhilatê Sûrî û li tevahî cihanê tekoşîna xwe domandin. Aqlê zilam bi hemû awayî dijberiya xwe ya dijberî azadiya jinê bi tûndî berdewam dike. 

Wezîreke Erdogan yê Karê Navxwe heye ,çi got? Got, “ Jin PKK didin meşandin”. Ji bo ku yeke mafê xwe xest wan bîne bi PKKê ve girêde û êrîşê xwe rewa bike. Bêgûman jin bi tekoşîna PKK'ê hate vê astê, ev jî rastiyek e. PKK partiyeke jina ye. Rêber Apo rêbereke jina ye, ji bo jin bibe vîn Rêber Apo kedeke mezin û tekoşîneke be hempa daye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jinên Kurdistanê bi pergala xwe yê demokratîk bi partîbûna xwe ya bi birdoziya azadiyê û nêrîna Jineolojîk û he rwiha bi hêza parastinê ya rewa, hêvî û baweriya tevahî jinên cihanê ye. Cara yekem e li Rojhilata Navîn  rêxistineke jinan bi tevahî amûrên tekoşîn û azadiyê bi destxistiye. Ji bo vê feraseta baviksalarî ji vê astê ditirse û dixwaze bifetisîne. Êrîşên bêexlaqî, alçaxtî û bi sîyaseteke dijminane destdirêjayî li ser jinên Kurdsitanê dike. Bi taybetî bûyerên tecawîzê yê ku têne jiyîn hemû bi planin û ji yek navendeke têne meşandin. Buyera dawî ya li Kercosê jî hatiye jiyîn ne munferîd e.

Dewlet bi destê saziya şerê taybet vê dimeşîne. Balkêş e, cihên ku ev bûyer lê dibin pir bi zanebûn tên hilbijartin. Ev destdirêjayî li ser tevahî gelê me û jinan dibînin. Li hemberî vê divê di serî de tevahî gelê Kurdistanê, ciwanên Kurd û bi taybet jinên ciwan li dijî vê bêaxlaqiyê xwedî helwest bin. Li bendê nemînin ku ev kesana wê ji hêla dewletê ve bên girtin û bên darizandin. Ji ber ku kesen tecawîzkâr têne rexîstînkerîn û têne parastin. Dibê ku hesap ji van kesên tecawîzkar û bêaxlaq  gelê me, dostên gelê me, jin û ciwan bipirsin. Em  tevgera azadiya jinên Kurdistan bi tekoşîna xwe ew kesên ku destdirêjahî dike, em ê destên wan qut bikin. Parastina jinan û civaka xwe weke erkeke xwe yê stratejîk dibînîn. Ji bo vê pêngava 'Em xwe diparêzin' li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dest pê kiriye çiqas pêngaveke di cihê xwe de ye bi bûyerên dawî jî eşkere bûye. Bang tevahî jinan dikim li hemberî destdirêjahî, tecawîz, tacîz û qirkirina jinan eniya xwe yî hevgirtinê, yekbûnê û tekoşînê bilind bikin. Hêza jinê dikare hemû dîktator û pergala baviksalarî têk bibe. Divê jin bi xwe bawe rbin û di xeta azadiyê de têbikoşin.

Wê dewam bike...