Ava Bendava Mûsilê kêm bû, Mezargeha Bazîdê ji nû ve xuya kir

Piştî ku ava li Bendava Mûsilê kêm bû, mezargeheke Êzidiyan tevî dibistana kevn a li komalgeha Xanikê ji nû ve xuya kirin.

Bendava Mûsilê yek ji bendavên herî mezin ên Iraqê ye ku bi qasî 380 kîlometreçargoşe ye. Bendav sala 1984'an hate çêkirin û piştî ku ji sedî 80'ê yê qada bendavê tijî av bû, nêzî 90 gund di bin avê de man.

Yek ji komelgehên Êzidiyan ên di nava ava bendavê de ma Komelgeha Xanikê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ye ku ji sedî 90 ê niştecihên wê Êzidî ne.

Li komelgeha Xanikê gelek pîroziyên Êzdiyan hene û yek ji wan jî Mezargeha Bazîd bû. Mezargeha Bazîd beriya 38 salan bi rabûna ava bendavê re tevî dibistana Xanikê ya kevin dibin avê de ma.

Lê belê van salên dawî hem ji ber kêmbûna ava bendavê hem jî barîna kêm a baranê, bû sedem ku mezargeh careke din xuya bike.

Şêniyên herêmê piştî ewqas salan serdana goristana li Xakina Kevin kir.

Her wisa jî ji tirsa rabûna avê xelkê heremê dibistana ku nêzî avê bû terikandibûn û ji xwe re li Xanika nû dibistan avakiribûn. Piştî kêm bûna avê ew dibistan jî careke din derkete holê û gelek jê rûxiya ye.