Asayîşa YNK’ê rê neda ku dagirkeriya Tirk li Kune Masî bê şermezarkirin

Saziyên jinan û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo êrîşên dewleta Tirk a li ser Kune Masî ku sivîl kiribûn hedef şermezar bikin, xwestin li Kune Masî daxuyaniyek bidin. Lê asayîşa ser bi YNK’ê rê neda.

Sazıyên jinan û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistan ji bo êrîşên li ser Kune Masî ya Şarbajêr a Başûrê Kurdistanê şermezar bikin, xwestin biçin Kune Masî daxuyaniyek bidin. Hêzên Asayîşa YNK’ê ew asteng kirin. Her wiha duh jî Kesayetên siyasî, rewşenbir, nivîskar û oldar xwestibûn bi heman aramncê li Kune Masî daxuyanî bidin hatibûn astengkirin.

Li ser astengiyê saziyên jinan û partiyên siyasî li nêzî Parkî Hewarî Şar a Silêmanî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Kune Masî û dîsa xaka Başûrê Kurdistanê ku sivîl dibin qurbanî şermezar kirin. Di dewama daxuyaniyê de bang li xelkê Başûrê Kurdistan û aliyên siyasî hate kirin ku li hember êrîşan bêden nemînin û bibin xwedî helwest. Dîsa daxwaz ji partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê hate kirin ku li hember êrîşên serweriya herêmê binpê dike dawî li bêdengiya xwe bînin.