Artêşa Tirk li Tendurekê ji xwe re li çareyan digere

Artêşa Tirk a li Tendurekê têk çû û derbên giran xwar, dest bi çêkirina qereqoleke nû kir.

Artêşa Tirk, ku di mehên bihar û havînê de derbên giran ji gerîla xwar, çêkirina qereqolên nû ji xwe re weke çare dibîne. Bi vê armancê li pêşiya navçeya Ebex a Wanê ji bo 'Tîmên Taybet ên Jendermeyan' qereqoleke nû tê çêkirin.

Li ser rêya bejahî ya Ebex-Agirî-Bazîê ku ji ber şer û çalakiyên gerîla ev saleke girtî ye, qereqoleke nû tê çêkirin. Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû duh dabû xuyakirin ku wê rê li trafîkê bê vekirin, lê tedbîrên nû werin girtin.

Tedbîrên nû ku Zorlûoglû bal kişand ser, çêkirina qereqolekê li pêşberî Tendurekê ye. Înşaeta vê qereqolê dewam dike.