Artêşa Tirk li malên gundiyan dixe!

Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê, li qada Metîna li malên gundiyên Bedehê dixe. Gundiyan gotin, ‘’Li gel ev qas zilmê jî divê dewleta Tirk baş bi ber bikeve ku em gundên xwe bernadin.’’

Artêşa Tirk bi topên hewanê li gundên Kurdistanê dixe û dixwaze wan ji gundên wan bike. Yek ji van gundan jî gundê Bedehê yê Metîna ye. Qereqola Çelê ya Deştanê li gundê Bedehê dixe û ziyanê dide gundiyan. Gundiyên Bedehê ji ANF’ê re axivîn.

 ‘EM Ê GUNDÊ XWE BERNEDIN’

Mam Tahir ku ji mêj ve ye li Bedehê dijî wiha got: ‘’Dewleta Tirk ji mêj ve li gundê me dixe, êrîşê bi ser gundê me de tîne. Mirovên li vir bi kotekî debara xwe dikin, bi topên ku davêjin malên me bi ser me de tînin xwarê û ziyanê didine me. Heta kengî wê ev neheqî bidome. Wiha bûya ku êdî em nikarin pezê xwe bibin çêriyê. Li gel ev qas zilmê jî divê dewleta Tirk bi ber bikeve ku em gundê xwe nahêlin û naçin.’’

Tahir dibêje ji ber sedema êrîşa dewleta Tirk ti aramiya gundiyan nemaye û didomîne: ‘’Gelek malbatan ji ber êrîşan nema dikarin werin gund. Mirov nikarin li malên xwe yên nû bijîn. Her wiha gelek malbata hene ku bi kotekî dikarin debara xwe bikin. Lê dewleta Tirk van malbatan neçar dike. Zarokên me ditirsin êdî nema dikarin li malê vehewin Dengê hewanan zarokan û malbatan ditirsîne.’’

 ‘JI BIRAYÊN ME YÊN KURD ÊN DIN TI CUDAHIYA ME NÎN E’

Gundîyekî dî Mam Salih got ew bi tesadûfî ne li wê malê bûn dema ku top lê ketî û got: ‘’Topa hewanê ziyaneke mezin daye mal êlê bi tesadûfî kesek li mal nebû. Heke tenê rojekê zûtir bihatana dibe ku kesek ji malê sax nefilitîbûna. Ev wî heqê ku bi xwînxwarî êrîşê bi ser me de bînin ji kû distînin? Bi navê ‘me li PKK’ê xist’ li mirovên sivîl ên gundî dixin. Ti ferqa me ji birayên me yên din ên Kurd nîn e. Tişta ku bi wan hatî kirin bi me hatiye kirin.’’