Artêşa Tirk careke din agir berda daristanan

Artêşa Tirk di operasyona li Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê de agir berda daristanan.

Artêşa Tirk di 24'ê Kanûnê de li bejahiya Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê bi tevlîbûna bi hezaran leşkerî dest bi operasyonê kir. Artêşa dagirker bi helîkopteran yekîneyên taybet li bejahiya her çar bajaran danî.

Li herêma ku helîkopter û balafirên bêmirov ên bombebarkirî lê digerin, topbaran hate kirin.

Hate ragihandin ku bi taybetî li bejahiya navbera navçeya Pasûr a Amedê û Mûşê, yekîneyên leşkerî agir berdane daristanan. Şewata li herêmê piştî rojekê bi xwe vemirî.

Operasyona li herêmên Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê li gelek deveran bi dawî bû, lê li hin qadên stratejîk dewam dike.