Artêşa Tirk a dagirker girte ser gundê Pîrajman a Pîrana Amedê

Artêşa Tirk girtibû ser gundê Pîrajman a Pîrana Amedê û 4 kes destgîr kiribû. Piştre 2 kes berda û agir bi qada ket a ku êriş lê hatibû kirin.

Artêşa Tirk roja Pêncşemê girtibû ser bejahiya gundê Pîrajman a nêzî qada Birîv û Meyako.Tê diyarkirin di roja sêyan de şer çêbûye.

Êrişa artêşa Tirk didome û leşkeran girtin ser gundê Pîrajmanê. Leşkeran Husnu Yûrtsever û hevjîna wî Ayşe Yûrtsever û yek jê xizmê malbatê du kes destgîr kirin.

Hate diyarkirin Husnu Yûrtsever û zilamê ku navê wî nehate tespîtkirin, hatine berdan. Ayşe Yûrtsever û jina din hê jî di nezaretê de ne.

Li herêma şer ji ber bomberdûmana helîkopteran agir bi qadê ket. Hate ragihandin leşker nahêlin ku gundî şewatê bitefînin û şewat belav dibe.