Arslan: Divê CHP ji bo grevên birçîbûnê rol bigire

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan diyar kir ku divê CHP û ronakbîr ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê rola xwe bi cih bîne.

Hevseroka Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan tevî hevserokên bajarên ên partiya xwe li avahiya HDP’ê ya Amedê civiya.

Arslan got ku gelên Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê peyamên girîng dane partiyên siyasî.

‘TECRÎD KRÎZÊ KÛR DIKE’

Arslan bal kişand ser krîzan û got ku “Di warê ekonomîk û civakî de krîz pêk tê. Krîzê bi tecrîdê dest pê kir. Ji bo krîz werin çareserkirin, divê kêşeyên heyî bi rêyên demokratîk werin rakirin. Ji ber vê jî em diyar dikin ku em tecrîdê qebûl nakin. Grevên birçîbûnê hatine asta dawîn. Zarokên Kurdan ji bo pêkanîna zagonan bedena xwe dane ber mirinê. Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, daxwazên demokratîk û rewa ye.”

‘DIVÊ CHP ROLA XWE PÊK BÎNE’

Arslan diyar kir ku CHP û Partiya Saadetê çavê xwe ji grevên birçîbûnê re girtine û got ku “Zagon ne li gorî kesan e. Ji ber vê jî divê her kes ji bo rakirina tecrîdê, rola xwe pêk bînin. Ev tecrîd ne bi tenê li ser Kurdan e. Ev tecrîd li ser hemû Tirkiyeyê tê kirin. Ji bo ku aramî were Tirkiyeyê, divê tecrîd were rakirin. Nabe ku CHP siyaseteke din bide ber xwe. Heke li eniya Tirkiyeyê gel hatin ba hev û piştgirî dabin namzetên wan, nayê vê wateyê ku ji polîtîkaya CHP’ê hez dikin. Ji bo alternatîfê deng dan CHP’ê. Lê parlementer û şaredarên wan ji bo tecrîdê dengê xwe nakin. CHP wê li hemberî vê zilmê bêdeng bimîne? Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê deng dane wan. Gelo wê li benda cenazeyan bin? Divê CHP vê rastiyê baş binirxîne. Kurd gelekî polîtîk in. Kurdan li Stenbolê deng dan CHP’ê, heke CHP nikaribe berpirsyariya siyasî ya vî tiştî hilgire, wê Kurd bersivekê bidin CHP’ê jî.”

Arslan got ku “Ronakbîrên li Tirkiyeyê jî heta nebêjin bila tecrîd rabe, li gorî me, ew ne dilsoz in. Ji bo ku mirin pêk neyên divê tecrîd were rakirin.”