'Armanca me azadiya Rêber Apo ye'
Gerîlayên li Şengalê, der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrîn û hestên xwe ji ajansa me re vegotin. Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, armanca wan azadiya Rêberê Gelê Kurd e.
Gerîlayên li Şengalê, der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrîn û hestên xwe ji ajansa me re vegotin. Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, armanca wan azadiya Rêberê Gelê Kurd e.
Gerîlayên li Şengalê, der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrîn û hestên xwe ji ajansa me re vegotin. Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, armanca wan azadiya Rêberê Gelê Kurd e.
BAGER CÛDÎ: Bi dilekî şikestî, bi xemgîniyekê em pêşwaziya vê rojê dikin. Ji ber ku ev 18 sal in rêberê rêberan Rêber Apo di nava mercên Îmraliyê de di bin zext û zordariyeke mezin de ye û bi polîtîkayên dewletên mêtînger re rû bi rû dimîne. Ev ji me xemgîniyeke mezin e. Lê belê, tevî vê xemgîniya mezin jî, hêvî û baweriyeke me ya ji vê xemgîniyê mezintir heye. Em ê sala 2017'an bikin sala serketinê, sala azadiya Rêber Apo. Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya tevahiya gelê Kurd. Ji ber vê yekê, azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye. Ev yek hedefa me ya yekemîn e. Di sala 2017'an de bi têkoşîneke xurt, bi bicihanîna erk û berpirsyariyên xwe re em ê sala 2017'an bikin sala azadiya Rêber Apo. Di vê çarçoveyê de em ji xwe, ji tevgera xwe û ji gelê xwe bawer in, ku em ê vê salê bi azadiya Rêber Apo pêşwazî bikin. Ji ber vê yekê, em amade ne erka ji me tê xwestin bi cih bînin û barê dikeve ser milê me, rakin. Em ê vê salê bikin sala serketin û azadiya Rêber Apo. Ji bo me 4'ê Nîsanê tê wateya ji nû ve nivîsandina çarenûsa gelê Kurd. Tê zanîn, di dîroka gelê Kurd de Kurd bi hezaran salan bê Rêbertî, bê pêşeng man. Çarenûsa ku bi vî şêwazî hat nivîsandin û heta roja îro hat, hat pûçkirin. Ev yek ji bo gelên bindest, bi taybetî ji bo gelê Kurd tiştekî gelekî mezin e. Heta jidayikbûna Rêbertî, hebûna gelê Kurd jî êdî mijara nîqaşa tinebûnê bû. Jidayikbûna Serokatî bû çarenûseke nû, hêviyek nû, bû vejînek nû ji bo tevahiya gelê Kurd. Ji bo gelê Kurd tê vê wateyê. Weke milîtanên Kurd erk û berpirsyariya me ye ku em sala nû bi serketina gelê Kurd tacîdar bikin. Xwedîderketin û biwatekirina 4'ê Nîsanê wê bi vê şêwazê be. Rabûna bi erk û berpirsyariyên xwe, meşandina têkoşînê bi vê şêwazê, wê roja 4'ê Nîsanê watedar bike. Em weke gerîla roja 4'ê Nîsanê bi hin şêwazan pêşwazî dikin. Em dixwazin Xwezaya Kurdistanê jî di 4'ê Nîsanê de bi daran bixemilînin. Ne tenê axê bi daran tacîdar bikin, di heman demê de em çarenûsa ku heq dike radestî gelê Kurd bikin.
ESER ARAS: Ez di destpêkê de 4'ê Nîsanê li Serok Apo, şehîdên azadiyê, gelê Kurd, hemû gerîlayên azadiyê pîroz dikin. Ev cejna azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê weke hebûnekê ye. Gelê Kurd di vê rojê de xwe nas kir. Roja hebûna gelê Kurd e. Roja rastiyê ye. Roja ku gel dikare bêje 'em di vê rojê de şiyar bûn. Xwedî li îradeya xwe derkevin'. Ji ber vê yekê, ev roj bi taybetî di nava tevgera azadiyê de, ji aliyê tevgera jinê ve jî em weke roja jidayikbûna xwe jî dibînin.
ÇEKDAR TOLHILDAN ZERDEŞT: Em di destpêkê de 4'ê Nîsanê li Rêber Apo, li gelên cîhanê û gelên Kurdistanê pîroz dikin. 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd, gelên bindest zayîneke nû ye. Rojbûna Serokatî ji bo gelê me weke mîladek nû ye, destpêkirina merheleyeke nû ye. Bi dayikbûna Serokatî re azadiya gelê Kurd misoger bû. Paradîgmaya Serokatî û pratîka PKK'ê ji bo cîhanê bû gaveke nû. Rojbûna Serokatiyê ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve ye. Wekî din, bi taybetî ji bo gelê Kurd tê wateya rizgariya ji bindestî, ji koletiyê ye. Serokatî weke kesekî din li dû berjewendiyên xwe neket. Serokatî ji bo berjerwendiyên gelên Kurdistanê û hemû gelên bindest ên cîhanê xebitî. Ji bo 4'ê Nîsanê mirov dikarin bêjin zayîna cîhana nû ye. Destpêkirina şoreşeke azadiyê ye. Em bang li hemû ciwanan û gelên Kurdistanê dikin; yê ku bixwaze bi azad bijî, bixwaze li ser rûmeta xwe bijî, ev yek bi fikir û ramanê Serokatî dibe. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku werin tevlî nava refên gerîla bibin. Ji ber ku refên gerîla bi ser fikir û felsefeya Serokatî dimeşe. Fikir û felsefeya Serokatî jî azadiya cîhanê ye.
ZÎLAN ÇEKDAR: 4'ê Nîsanê di destpêkê de li Serok Apo, li tevahiya gelên Kurdistanê û li şervanên azadiyê pîroz dikim. 4'ê Nîsanê ji bo me jinan, gerîla û gelên Kurdistanê rojeke vejînê ye. Wek şervaneke azadiyê li çiyayê Şengalê pîrozkirina rojbûna Serokatî ji bo me tiştekî pir pîroz e. Xeyala Serok Apo ew bû ku bi rojên azad li çiyayê Şengalê bijî. Weke gerîlayên azadiyê em ê xeyalên Serok Apo bi cih bînin. Û vê roja vejînê li tevahiya şervanên azadiyê pîroz dikim.