Çalakvanên Mexmûrê: Armanca me azadiya Rêber Apo ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûr bi kelecana çalakgeran berdewame. Îro koma 12’an çalakî dewr girt.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Saziya Malbatên Şehîdan dewam dikir koma 12’an dewir girt. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê û Sêvê, Fatma û Pakîze yên li Silopiyê hatîn qetilkirin, destpê kir.

Çalakî di roja 23’an bi koma 12 dewam dike.

Çalakgeran armanc û girîngiya çalakiya xwe ji ANF’ê re nirxandin.

Çalakgerê koma 12’an Qutbedîn Korhan diyar kir ku ew ê çalakiya ku girtiyên zindanan dayî destpêkirin bilind bikin û heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan neyê mîsoger kirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

Endama çapemeniyê Leyla Çelîk li ser girîngiya pêngava ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin axivî û diyar kir ku armanca wan ne tenê rakirina tecrîdê ye, bi awayek fîzîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd e. Her wiha Çelîk di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîste ji bo vê yekê li her çar aliyê Kurdistanê çalakî bên bilindkirin.