'Armanc ji êrîşên li Şengalê, têkbirina şoreşa Rojava ye'

Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Henîfe Hisên: PDK û AKP dixwazin Şengalê bi dest bixin, bi vî rengî Şoreşa Rojava tengav bikin û bi hêsanî ji vê derê êrîşî Rojava bikin.

Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Henîfe Hisên da xuyakirin, ku di çarçoveya konsepteke hevpar a dij bi Rojava de, PDK û AKP'ê êrîşî Şengalê kirine û got, "PDK û AKP dixwazin Şengalê bi dest bixin, bi vî rengî Şoreşa Rojava tengav bikin û bi hêsanî ji vê derê êrîşî Rojava bikin."

Hisên, konsepta nû ya dij bi Kurd a dewleta Tirk û PDK'ê, ku bi êrîşa li Şengalê dest pê kir, ji ajansa me re nirxand.

'BI KONSEPTEKE HEVPAR ÊRÎŞÎ ŞENGALÊ DIKIN'

Hisên destnîşan kir, êrîşên çeteyên PDK'ê yên 3'ê Adarê û 14'ê Adarê yên li dijî civaka Êzidî ya li Şengalê, di çarçoveya konsepteke hevpar a dewleta Tirk û PDK'ê hatine kirin. Hisên diyar kir, nabe ev konsept ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê û êrîşên li dijî Minbicê cuda bê nirxandin. Hisên got, "Êrîşên dawî di encama hevdîtinên navbera Erdogan û Mesûd Barzanî de pêk hatin. Tifaq kirin. Piştî ku Erdogan û Barzanî li Enqereyê hev dîtin, plana êrîşê li ser Minbic, Girê Spî û Şengalê hat amadekirin. Çeteyên êrîşî Şengalê kirin û çeteyên êrîşî Minbicê kirin, heman çete ne. Di nava wan de efserên Tirk, pêşmergeyên PDK'ê, endamên Zeravan hene. Wekî din çeteyên roj ên ser bi PDK'ê hene. Eger ev hêz li Başûrê Kurdistanê êrîşî Şengalê dike, hingî hêza PDK'ê ye û ji aliyê wan ve tê şerkirin."

'DI NAVENDA KONSEPTA DIJ BI KURD DE ARMANCA FETISANDINA ROJAVA HEYE'

Henîfe Hisên da zanîn, konsepta hevpar a dewleta Tirk û PDK'ê, konseptek dij bi Kurd, dij bi gel e û di navenda vê konseptê de jî armanca fetisandina Şoreşa Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê heye. Hisên wiha dewam kir: "Dewleta Tirk ji rewş û pêşketina li Rojava aciz e. Îro li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke xurt pêk hatiye. Gelekî aciz in, ku Rojava bûye xwedî hêzeke xurt a siyasî, dîplomasî û leşkerî, aciz in ku Rojava ev 4 sal in xwe bi rê ve dibe û bi Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re xwerêveberî gihandiye temamiya Bakurê Sûriyeyê. Hemû hewldanên dewleta Tirk ji bo pêşîgirtina li pêşketina projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye. Hewl dide ku gelên Bakurê Sûriyeyê nebin xwedî statu.

Ji ber ku AKP dijminê gelan e, bi taybetî dijminê Kurdan e. Çi li berjewendiyên gelan bê, ew li dijî xwe dibîne. Dijberê Kurdan e. Kurd li ku derê destketiyekê bi dest dixin, dixwaze wê bifetisîne. Baş pê dizane ku statuya Kurdan a li Bakurê Sûriyeyê wê bandorê li Bakurê Kurdistanê û hemû parçeyan bike. Ji ber vê yekê, berdêla xwe çi dibe bila bibe dixwaze Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û Şoreşa Rojava bifetisîne."

'EM WAN BAŞ NAS DIKIN'

Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Henîfe Hisên da xuyakirin, ku di dîroka Şoreşa Rojava de gelek mînakên ji konseptên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê hene û got, "Ji destpêka şoreşê ve hewl dan polîtîkaya bêmirovhiştinê li Rojava bimeşînin. Deriyên xwe heta dawiyê vekirin û pêşî li koçberiya gel vekirin. PDK jî di dîroka şoreşê de her tim li cem AKP'ê cih girt. Tê zanîn, di destpêka şoreşê de gavên bi vî rengî avêtin. Piştre jî sînorê Rojava girtin û xendek kolan. Dûre Barzanî bi xwe daxuyaniyek da û got, 'Li Rojava şoreş nîne'. Dema ku Barzanî ev yek got, Rojava yekser bû hedef. Niha jî li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, bi rêya PDK û ENKS'ê îstîxbarat ji MÎT'ê re tên komkirin. Ya rast, tiştekî weke ENKS nîne. Yên ku ev kirin PDKS û Yekîtî ne. Ev partiyên li Rojava yên ser bi PDK'ê, di serhildana Qamişlo ya 2004'an de li dijî şoreşê tevgeriyan. Bi rejîmê re li hev kirin û serhildanên gel dan sekinandin.

Bi taybetî Kampa Dûmizê ya li Başûrê Kurdistanê weke navendeke şerê taybet bi kar anî, ku li vê derê hewl dan gel rûreş bikin û bi kar bînin. Hêzên ku navê 'pêşmergeyên roj' li wan kirin, li vê derê hatin amadekirin. Ew pêşmergeyên rojava, filan û bêvan nînin. Ji xwe ji aliyê PDK'ê ve ew bi rengekî fermî bi wezareta pêşmergeyan ve hatin girêdan. Em van weke çeteyên PDK'ê bi nav dikin. Ji destpêkê ve, di her firsendê de li dijî Şoreşa Rojava bi kar anîn."

'DI SER ŞENGALÊ RE DIXWAZIN BI HÊSANÎ ÊRÎŞÎ ROJAVA BIKIN'

Henîfe Hisên da xuyakirin, ku di nava vê konseptê de cihekî taybet ê Şengalê heye û di vê der barê de got, "Bi vê yekê re dixwazin Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ji hev qut bikin. Şoreşa Rojava tengav bikin û bi hêsanî ji Şengalê êrîşî Rojava bikin. Xeyala Mesûd Barzanî ew e, ku Kantona Cizîrê tevlî Başûrê Kurdistanê bike û dewletê îlan bike. Bêguman ev plan û polîtîkayeke xetere ye. Di heman demê de êrîşî hemû nirxên Şoreşa Rojava dike.

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kiribû. PDK'ê hêzên xwe vekişandibû û bi vî rengî rê li ber fermana 73'an a li ser civaka Êzidî vekiribû. Ev yek jî bi plan hatibû kirin. Di wê demê de konseptên Şengal û Kobanê bi hev re hatibûn amadekirin. Di wê demê de jî amadekariyên vî şerê niha tê ferzkirin, dihat kirin. Ji ber ku PDK û AKP'ê bi hev re dixwestin Şengalê bi dest bixin. HPG, YJA Star, YPG û YPJ'ê ev plana wan ji hev xistin. Lê belê tevî vê yekê jî trajediyeke mezin bi serê Êzidiyan ve hat."

'ÊZIDÎ ÊDÎ PDK'Ê QEBÛL NAKIN'

Henîfe Hisên anî ziman, rewşa civaka Êzidî ya li Şengalê naşibe rewşa sala 2014'an û destnîşan kir, ku Êzidî êdî planên PDK û AKP'ê qebûl nakin. Hisên got, "Mixabin di wê demê de civaka me ya Êzidî rêxistinbûyî nebû û nedikarî xwe biparêze. Bêguman rewşa niha ya civaka me ya Êzidî ne mîna ya sala 2014'an e. Êzidiyên li Şengalê, piştî 73 fermanan xwe bi rêxistin kirin, meclîsên xwe ava kirin, rêveberiyên xwe û hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Şengal niha weke wîlayeteke Iraq û Başûrê Kurdistanê dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Bêguman êdî ji PDK'ê bawer nake. Ji ber ku PDK'ê di sala 2014'an de civaka Êzidî di nava fermanê de hişt, her wiha ji ber ku di bloka Sûnî de cih digire û bi AKP'ê re tevdigere, Êzidiyên li Şengalê êdî PDK'ê naxwazin. Wekî din, yên ku îro birine wê derê û li dijî Êzidiyan didin şerkirin, ew kes in ku berê bûne Misilman û li dijî Êzidiyan şer kirine. Bi kurt û kurmancî, PDK dixwaze Êzidiyên li Şengalê careke din kontrol bike, lê Êzidî dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin."

'EM AMADE NE ŞENGALÊ BIPARÊZIN'

Hisên da xuyakirin, ku mîna sala 2014'an ew niha jî xwe ji parastina Şengalê û gelê Şengalê berpirsyar dibînin û wiha dewam kir: "Beriya komkujiya 2014'an me xwest em biçin Şengalê û gel biparêzin. Lê belê PDK her tim bû asteng. Hêzên me gelek şehîd dan û korîdor vekirin. Û zêdeyî 200 hezar mirovên me yên Êzidî rizgar kirin. Ji bo parastina Şengalê jî em amade ne şehîdan bidin.

Ji aliyê stratejîk ve em sînorên Skyes-Pîcot qebûl nakin. Ji bo me Kurdistan yek e. Ji ber vê yekê, em xwe berpirsyar dibînin ji parastina civaka xwe ya Êzidî ya li Şengalê û ji parastina Şengalê bi xwe. Di heman demê de em dizanin, ev konsepta PDK û dewleta Tirk di şexsê Şengalê de li dijî Rojavayê Kurdistanê û hemû destketiyên Kurdan ên li tevahiya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, gelê me ev demeke weke mertalên zindî ji bo destekkirina civaka me ya Êzidî diçe navçeya Xanesorê ya Şengalê. Em van polîtîkayên PDK'ê qebûl nakin û şermezar dikin. Ji bo şehadeta duh em careke din şiyara xwe ya 'şehîd namirin' bilind dikin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em bang li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin, ku xwedî li Şengalê derkeve."