Ararat: Li derdora Serokatî em têkoşîna topyekûn ava bikin

Endama Koordînasyona KJK'ê Ararat da zanîn ku weke Zîlan divê her Kurd rastiya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan fêm bike û xwe di fikrê wî de kûr bike. 

Endama Koordînasyona KJK’ê Evîndar Ararat bi mabesta salvegera şahadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) ji Stêrk TV re axivî. Ararat da zanîn ku weke Zîlan divê her Kurd rastiya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan fêm bike û xwe di fikrê wî de kûr bike. Her wiha derbarê girîngiya Zîlan a ji bo Tevgera Azadiya Jin de axivî. Ararat, di serî de bang li jin û gelê Kurd kir ku xwe li her derê birêxistin bikin û têkoşînê bilind bikin.

Evîndar Ararat di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Kurdistanê, bi taybet şehîdên jin ên pêşengtiya şoreşê kirine di şexsê Zîlan de bibîranî û axaftina xwe wiha dewam kir: 

"Heval Zîlan bi awayekî zanist tevlî refên şoreşê bû. Beriya beşdar bide, weke endameke vî gelî, weke jineke Kurd lêgerîna wê ya ji bo jiyaneke azad, hestên wê ji bo neteweyeke azad û azadiya Kurdistanê hebû. Li ser lêgerîna zêde naskirina Şehîd Zîlan a bîrdoziya Serokatî, naskirina tevgera PKK, naskirina tevgera jin çêbû. Lêgerîna xwe di nav gerîla de jî berdewam kir. Tevlîbûn û meşa heval Zîlan bi giştî li ser esasê zanistî çêbûye. Xeta azadiyê, jiyaneke çawa divê were avakirin, şexsiyeta jina azad a pêşengtiyê bike çawa were avakirin zû fêm kir. Çiqasî fêm kir, ewqasî derbasî jiyane û çalakiyê kir. Him tarze jiyana hevala Zîlan, him çalakiya hevala Zîlan asta herî jor de fêmkirina kûr a xeta azadiyê ya Serokatî ye, rastiya Serokatî ye û pêve girêdayî rastiya jina azad e. Rêbaza têkoşîn û çalakiya wê di têkoşîna azadiya jin de jî, di têkoşîna gerîla de jî, di têkoşîna gelê Kurd de jî weke gaveke nû hate qebûlkirin. Weke tevgera jin jî em vê xetê esas digrin û didomînin."

Evîndar Ararat bi vê mijarê ve girêdayî anî ziman ku Zîlan êrîşên li ser Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan zû fêm kir. Ararat her wiha diyar kir ku dema Zîlan çalakî lidar xist, weke roja me ya îro li ser Ocalan êrîşeke gelekî mezin hebû û wiha berdewam kir:

"Heval Zîlan komploya li hember Serokatî, xeteriya li ser jiyana Serokatî zû fêm kir. Heval Zîlan xwest pêşiya vê bigre, xwest mîlatanan û gel di vî warî de hişyar bike. Wekî din mesajeke girîng da dijmin; ‘Eger tu zerarekê bidî Serokê me, em ê hemû weke fedayî li pêşiya vê bisekinin. Em nahêlin hûn zararê bidin vê tevgerê û taybet Rêber APO.’ Rastiya heval Zîlan li ser vê esasê ye.”

Endama koordînasyona KJK’ê Evîndar Ararat di axaftina xwe de da zanîn ku dema çalakiya Zîlan a li hember erîşa li dijî Rêberên Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan destpêka Komployê bû. Hedefa erîşa li dijî Ocalan wê demê raste rast tinekirina fizîkî ya Ocalan bû. Ararat diyar kir ku îro jî li ser Abdullah Ocalan êrîş bi şêweyê tecrîda giran a di asta êşkenceyê de berdewam dikin û got:

"Li Îmraliyê rejîmeke taybet tê meşandin. Ne qanûnên Tirkiyê, nê qanûnên navnetewî, ne mafên hiquqî, ne mafên însanî, ne wijdan, tiştek nayê naskirin. Têkiliyên Serokatî bi gel û tevgerê re hatine qûtkirin. Beramberî vê êrîşê gelê me bi pêşengtiya jin û ciwanan û gerîla têkoşînke bêhempa ya bi bedelên giran didin. Bi vê berxwedanê li derdora Serokatî xelekeke parastinê avakirine. Lê ev ne bes e. Di serî de jin û ciwan her endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê, her Kurd hewceye weke hevala Zîlan fikrê Serokatî bi kûrahî fêm bike. Dijmin ji bo ku fikrê Serokatî negihêjê me tecrîdeke ewqasî giran li Îmraliyê dimeşînin. Dijmin naxwazê fikrê Serokatî li cîhanê belav bibe, naxwaze li ser siyaseta Rojhilata Navîn bandor bike. Ji bo em vê êrîşê pûç bikin pêwîst e ku her ferdekî Kurd Serokatî fêm bike, Serokatî 24 saet bijî û bide jiyankirin. Li hemberî konsepta tinekirinê, konsepta Serokatî ji civakê qût dike, divê em Serokatî bighînin civakê. Bi axaftin, tarzê jiyanê, pergala xweseriya demokratîk, rêxistinkirina jin û ciwaan, rêxistinkirina civakê û bi bilindkirina têkoşînê erka me ya Serokatî gihandina ji herkesî re heye. Heke em tevahiya gelê Kurd birêxistin bikin û weke model peşkeş bikin, wê demê emê vê konseptê pûç bikin û tecrîd bixwe pûç bibe."

Ararat da zanîn ku bi rêxistinkirina gelan, bi bilindkirina têkoşînê ya li her derê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li her derê Kurd lê dijîn êrîşa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare were şikandin. Endama Koordînasyona KJK’ê Evîndar Ararat herwiha bal kişand rewşa awarte ya li Tirkiyê divê li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi rê û rêbazên dewlemend çalakî werin lidarxistin. Wekî din Ararat da zanîn ku li hin cihan jî têkoşîna radîkal, çalakîyên radikal pêwîst in û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Eger em çalakiyên radîkal nekin, li ser jiyana Serokatî xeteriyeke cidî heye. Bi dîlgirtina Serokatî dixwazin tevger, gelê Kurd û jinên Kurd dîl bigrin. Heval Zîlan çalakiya fedayî lidarxist. Ev nayê wê wateyê emê heman çalakiyê pêk bînin. Lê rihê heval Zîlan divê em di hemû qadên çalakiyê de nîşan bidin. Bêtirs, wêrek, birêxistinkirî, taktîkên nû, xiluqkar û bi israr û bi îdiya li ser esasê girêdanbûna xeta Serokatî û heval Zîlan em têkoşîne bipêş bixin. Têkoşînê em di hemû milan de bipêşbixin, emê rejîma Îmraliyê hilweşînin û azadiya Serokatî misoger bikin. Li Rojava û Ewrûpa çalakiyên binirx têne lidarxistin, lê pêwîste ev ne yek alî divê pirr alî bin. Divê em têkoşîneke topyekun li derdora Serokatî ji bo azadiya Serokatî bipêş bixin."

Endama Koordînasyona KJK’ê Evîndar Ararat wekî din diyar kir bingeha tevgera jin û ilma jinê jineolojî xeta Zîlan e. Ararat anî ziman ku çalakiya Zîlan ne tenê çalakiyeke leşkerî bû, bi çalakiya xwe herwiha hamleyke dîrokî di pîvanên azadiya jin de ava kir u axaftina xwe wiha domand:

"Di tarz û têkoşîna heval Zîlan de ‘bes dîtin’ nîn e. Hertim lêgerîn heye. Weke hareketa jin jî em wê ji bo xwe mînak digrin. Em vê astê bes nabînin. Him di aliyê siyaseta demokratîk de, him di aliyê şêwazê tevger û saziyan de, him di aliyê bipêşxistina jineoliyê de, him di aliyê birêxistinkirina cikakê de, him di aliyê şêwazê têkoşînê de û him jî di warê parastinê de asta heyî bes nabînin. Li gorî pêwistiyên jinan, li gorî pirsgirêkên jin pêre rûbibû dimînin, li gorî pêwistiyên sedsala 21’emîn divê em vê astê bilind, dorfireh û kûr bikin. Divê xeta heval Zîlan em bikin malê jinên Rojhilata Navîn,û  jinên cîhanê."

Wekî din Ararat da zanîn ku li Tirkiyê rejîma faşîst xwe kûr dike, desthilatdariyê heta asta jor ferz dike. Ararat bal kişand ser medyaya Tirk ku êrîş, şîdet, tacîz û tecawuzê ji rêzê dike û mirovan ferî bêexlaqiyê, heqaretê dike, mirovan bêvîn dihelê û teslîm digre. Li hemberî vê Ararat di serî de bang jin, ciwan û li gelê Kurd kir ku li hember kirinên rejîma faşîst hişyar bin, xwe li hember van êrîşan birêxinstin bikin û têkoşînê bimeşînin. Ararat diyar kir ku jinên Kurd divê li her derê Kurdistanê û li her deverê lê dijîn xwe birêxistin bikin. Birêxistinbûyîna wan bi jinên Kurd re sînordar nemîne. Li her derê jinên ji her derî werin gel hev û diyar bikin bê wê xwe çawa birêxistin bikin, civakê çawa birêxistin bikin. Evîndar Ararat bal kişand ku tenê têkoşîna jinê têr nake, divê zehniyeta civak û zilam were guherandin. Divê hemû beşên civakê tevî têkoşînê bikin, li hember zehniyeta desthilatdar refleksa civakî were avakirin. Ararat da zanîn ku bi vî awayî konsepta Tevgera Azadiya Jin dikare hê dorfirehtir bibe û di vê çarçoveyê de heke li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê têkoşîneke radîkal pêk were, wê bandorên wê yên gerdûnî hebin û wiha got:

"Niha cîhan wisa bûye, ketiye telefonekê, sosyal medyayê û televîzyonê. Mirov li cihekî tiştekî bike, dikarê di cih de li her derî belav bike. Ji bo wê divê him herêmî, him di asta Rojhilata Navîn û Cîhanê de têkoşînê birêxistin bikin û bipêş bixin. Ji bo wê jî serêşandin, mijulbûn, fikirandin û hewldan pêwîst e. Tenê bi liv û tevger û karê rûtîn nabe, piştî bûyerek qewimî ketina liv û tevgerê nabe. Ji ber ku hertim êrîşeke bipergal li hember vîn, azadî, têkoşîna jin û li hember ya civakê heye. Bi vî awayî dixwazin têkoşîna jin û civakê bifetisînin. Divê em jî li dijî vê konsepteke nû ava bikin. Divê hêza xwe ji rêxistin, zanistî, şiyarbûna jin bigre. Divê bingeha xwe ji radîkalbûn, biryardayîna xurt û vîna xurt a jinê û civakê bigre. Bi konsepteke wiha em dikarin zehniyeta zilam, saziyên zilam, bîrdoziya zilam têk bibin. Ji bo wê divê em ji pozisyona parastinê derkevin, em di êniyên şer de cih bigrin. Him di aliyê têkoşîna bîrdozî de, him di aliyê têkoşîna derûnî ya civakî de, di warê civaknasî, siyasî, rêxistinî û hemû qadên heyî de em têkevin rewşa êrîşê."

Endama Koordînasyona KJK’ê Evîndar Ararat di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi têkoşîneke xurt û yekpare sedsal 21’emîn dikare bibe sedsala azadiya jinê û jin pêşengtiya jiyana azad bike. Ararat bangawazî li hemû rêxistin û saziyên jinên Kurd kir ku pêşengtiya vê bike, hêzên cuda yên jinê li derdora xwe kom bike, hêzê bide wan û hêzê ji wan bigre û bi vî awayî têkoşînê xurt bike. Ararat herwiha li ciwan u keçên ciwan banga tevlîbûna li rêfên Azadiya Jina Kurd, Azadiya Gelê Kurd kir û diyar kir ku bi vî awayî wê xwedî li xeta Zîlan derbikevin û bibin Zîlanên sedsala 21’emîn.