Berbihîv Amed: Li şûna greva birçîbûnê divê rêbazên cuda bên bikaranîn

Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Berbihîv Amed grevên birçîbûnê yên li zindanan nirxand û got, "Ya rast ew e ku bi rêbazên cuda li ber xwe bidin. Li şûna grevên birçîbûnê yên li zindanan, divê xeteke aktîf a çalakiyan bê afirandin."

Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Berbihîv Amed li ser zext û zordariya li zindanan ji ANF'ê re axivî.

Berbihîv Amed diyar kir, ku qanûnên li Îmraliyê bi cih tê anîn hiqûqa înfazê ya li zindanekê nîne û got, "Îmrali bi rengekî taybet û bi konsepta şerê taybet tê birêvebirin. Rêbertî wekî dîlgirtiyekî li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd li Îmraliyê tê hiştin. Weke ku tê zanîn Rêbertî gotibû, 'Ez di statuya dîlgirtî de têm hiştin'. Lewma li Îmraliyê niha Hiqûqa Şer li ser kar e. Bêguman nêzîkatiya li Rêbertî ji bo me hinceta şerê topyekûn e. Tecrîda giran a li ser Rêbertî, polîtîkaya bêhnçikandin, tecrîdkirin û tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd e. Ji bo karibin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin, divê em gel û tevger timî li ber xwe bidin, têbikoşin. Ev yek li dijî îradeya qirker û faşîst a dijmin şerê îradeya Kurdên azad e."

Berbihîv Amed diyar kir ku dewleta Tirk bi nêzîkatiya 'sûcdarên potansiyel' e nêzî gelê Kurd dibe û destnîşan kir, "Ya rast polîtîkaya dijmin jî nayê meşandin. Polîtîkaya nefikire tê meşandin. Weke ku dibêje; 'eger tu yê bifikire, tu yê bêje ez heme, tuyê ji bo hebûnê têbikoşe û jiyan û nasnameya ku min ji bo te destnîşan kiriye red bike, wê demê tu sûcdar e, bi polîtîkaya rizgandinê ez ê te ji mirovbûnê derxînim. Eger tu xwe înkar bike, li gorî daxwaza min bijî wê demê ez ê dest ji êşkenceyên giran berdim, dest ji kiryarên rûmetşikandinê berdim, ez ê mafê jiyanê ya li nava bêrûmetiyê li zindanên Tirkiyeyê bidim te'. Ji xwe mîna civaka Kurd, girtiyên şoreşger ku keç û xortên vê civakê ye, weke nûnerên têkoşîna rûmetê li ber xwe dan, li ber xwe didin. Di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de vê berxwedanê dewam kir."

'HER DU ROJAN CAREKÊ GIRTIYEK JIYANA XWE JI DEST DIDE'

Di dewama axaftina xwe de Berbihîv Amed got, "Li gorî raporên Wezareta Edaletê, li girtîgehên Tirkiyeyê di nava 13 salên dawî de 2 hezar û 300 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek tê wê wateyê ku salane derdora 170 kes, mehane jî 15 girtî jiyana xwe ji dest didin. Yanî ne rewşeke welê ye ku rewşeke carna rû dide. Her kesê ku xwe weke mirov dibîne bi vê hejmarê dikare şok bibe. Di nava 13 salan de hema bêjin her du rojan carekê girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest dan. Eger pêşî li vê yekê neyê girtin û bi vî rengî bidome, her wiha eger bê dîtin ku rîska herî giran a Covîd-19 li ser ban girtiyane, hingî wê bê dîtin ku em li ber komkujiyê ne. Ji xwe daneyên Wezareta Edaletê bi xwe nîşan dide ku komkujî heye.

Her wiha li gorî daneyên Wezareta Edaletê di rewşa heyî de 620 girtiyên nexweş hene, rewşa 200 ji wan giran e. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a li ser heman mijarê, 1334 girtiyen nexweş hene ku Saziya Tipa Edlî rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' da 458 ji wan. Yanî gotina 'bi hezaran girtiyên nexweş di nava metirsiya mirinê de ne' ne gotineke propagandayê ye."

Berbihîv Amed diyar kir ku normal girtiyên ku Saziya Tipa Edlî rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' divê bên berdan û got, "Lê belê bi rengekî neqanûnî girtî tên hiştin. Ev tê çi wateyê? Dixwazin ev girtiyên ku piraniya wan ji sûcê siyasî hatine girtin bimirin. Mebesta me ji komkujiyê jî ev e. Ev yek tê bîra mirovan; gelo îdam rakirin, lê belê ji ber ku ev qebûl nekirine, lewma polîtîkaya îdamê ya bi demê re dimeşîne? Ji ber ku di rewşa heyî de ya bi rengekî objektîf diqewime ev e."

KIRYARÊN FAŞÎZAN ÊN LI GIRTÎGEHA ÎRANÊ

Berbihîv Amed bi bîr xist ku zindanên mêtingeran ên li Tirkiye û Kurdistanê şahidî ji gelek berxwedanên girtiyên şoreşger re kirine û got, "Ne tenê li zindanên Tirkiyeyê li zindanên Îranê jî zext û kiryarên faşîzan hene. Li dijî vê jî her tim berxwedan heye. Mînaka vê ya dawî jî hevala me Zeynep Celaliyan e. Li Îranê ji sala 2008'an ve li zindanê girtî ye. Piştî ku hevala me Zeynep Celaliyan ji Girtîgeha Xoyê sewqî Girtîgeha Qarakçakê kirin nexweşiya Covîd-19 bi wê xistin. Ji ber ku tedbîrên têker ji bo tenduristiya wê ngirtin, dest bi greva birçîbûnê kir û hîn jî çalakiya xwe didomîne."

'DIVÊ LI DERVE XETEKE ÇALAK A ÇALAKIYAN BÊ AFIRANDIN'

Têkildarî têkoşîna li dijî êrişkariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li zindanan Berbihîv Amed got, "Barê dikeve ser milê saziyên li derve û malbatên girtiyan ew e ku polîtîkaya dewletê eşkere raxin pêş çavan û rûyê rast ê dewletê teşhîr bike. Bi hezaran rê û rêbazên vê yekê hene. Ji ber ku ya tê xwestin bê veşartin rûyê qirêj e. Berpirsyariya însanî, wijdanî, polîtîk, exlaqî ya civakê ye, bi taybetî ya jinan e ku vê zilmê û bêhiqûqiyê qebûl nakin. Çalakiya herî bedew û rast jî çalakiya ji bo azadiya girtiyên siyasî ye.

Rojên dawî ji ber şert û mercên zindanan li girtîgehên Osmaniye, Hîlwan û Mêrdînê girtî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Em çalakiyên bi vê rêbazê rast nabînin. Bi dîtina me divê bi rêbazên cuda yên berxwedanê tevbigerin. Ji xwe li şûna ku hevalên me yên li zindanan bikevin greva birçîbûnê, divê yên li derve xeteke aktîf a çalakiyan biafirînin. Ji girtîgehan timî nûçeyên li ser mirina girtiyan tên. Gelo hîn çi maye ku em ji dest bidin. Girtin be ku ji xwe pêla girtinê dewam dike. Mirin be her roj em tên kuştin. Em bang li malbatên girtiyan û gelên xwe dikin ku li dora zindanan xeleka jiyanê ava bikin."