Alimên dînî: Di Islamiyetê de dîktatorî nîne, ‘NA’
Alimên dînî yên Bismilê ji bo aramî, firehî, şadî, aştî û biratiya rastî rengê dengê xwe diyar kirin.
Alimên dînî yên Bismilê ji bo aramî, firehî, şadî, aştî û biratiya rastî rengê dengê xwe diyar kirin.
Xebatên ji bo referandûmê ya ku bi hevkariya AKP-MHP’ê hatî ferzkirin bi hemû leza xwe didome, bangek jî ji alimên dînî hat. Mela Enver Çelîk got ji bo bijîn û bidin jiyin banga ‘na’yê kir û got: ‘’ Li Kurdistanê ji mêj ve ye ku şerek heye. Di vî şerî de bi hezaran ciwanên me hatin kuştin, bi deh hezaran hatin binçavkirin û zindankirin. Bajarên me Sûr, Nisêbîn, Gimdim, Gever talan kirin, kavil kirin, şewitandin. Li gel ku çi têkiliyan van tiştan bi dîn, exlaq, mirovahiyê re nîn e jî kesên ku ev tişt kirin navê ‘’Tîma Esedullah’ ango ‘’Şêrên Xwedê’ li xwe kirin. Şêrên Xwedê mirovan nakujin, bajaran talan nakin. Ev ne fermana Îslamê ye, pratîka Firewn û Nemrûd e. Deset li vîna 6 miyon însan danîn lê behsa demokrasiyê dikin. Ji bo bajarên me yên mayin nebin Sûr, Cizîr, Şengal, Kobanê, ji bo ciwanên me neyên kutşin, mirovên me koç nekin û di jêrzemînan de neyên şewitandin, ji bo mirovên me koçber nebin em dibêjin NA. Ji bo ku em vî welatê pîroz nedin dest yekî, ji bo dadmendî, aramî, wekhevî û azadiya ramanê NA.’’
‘HEKE NA DERKE WÊ HILWEŞÎN Û KOMKUJÎ BI DAWÎ BIBE’
Çelîk diyar kir ku divê gelên Tirkiyê û Kurdistanê biçin ser sendoqê û got, ‘’Neçûna ser sendoqê erêkirina zilmê ye. Pêxemberê me gotiye, ên ku li ber zilmê bêdeng e, zalim e. Dîsa pêxemberê me gotiye, ê ku li pêş zilmê bêdeng be şeytanê lal e. Ji bo vê jî divê ciwan, kal û pîr, jin her kes biçe ser sendoqê û dengê xwe bide. Em bawer dikin ku li dijî zilma zaliman wê NA derkev û serfirazî wê ya me be. Heke na derkeve wê komkujî, hilweşîn bi dawî bibe. Ji bo aştî, aramî, biratî û îslamê, na, na, na! Hayir, hayir, hayir!La, la, la!’’
‘BOYKOT ERÊYEKE XURT E, DI 16’Ê NÎSANÊ DE HER KES BILA BIÇE SER SENDOQÊ’
Mela Refaî Baran got di îslamiyê de te rê ji yekparêziyê re nîn e û got, ‘’Di Quranê de li ti deverê nabêje dîkta bikin, ji bo vê em dibêjin na. Baran bang li wan kesan kir ku ji xwe re misilman û dîndar dibêjin û got, ‘’Herkes divê 16’ê Nîsanê biçe ser senqoê û li gorî pêdiviyên dînî dengê xwe bi kar bîne. Îslam çi emrî me dike? Heqiyê, hiqûqê, wekhevî, biratî, firehî, şadî, aramî, silav û silametîyê. Ên ku referandûm ferz kirin ji bo silametiyê tiştekî nakin. Bi her kesî re pev diçin, bi her kesî re şer dikin. Her bi dewleteke dî re şer dikin. Divê Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez her kes bibêje na. Referandûm nêz dibe hin kes dibêjin em ê boykot bikin, ev kemîn e, em nekevin vê kemînê. Boykoq ‘erê’yeke xurt e. Çi kesê ku ji xwe re misilman dibêje divê ji neheqiyê re, ne ji nehiqûqiyê re nebêje erê. Yanî Xwedê gotiye, ‘’Tu bizanibî wê zirar jî were ser te, ya heq bibêje’’ Em ê Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê, Silopya ji bîr nekin. Dİ 16’ê Nîsanê de fersendek dikeve destê me ji bo em hesab bipirsin. Ji bo aştî, aramî, şadî û biratiya rast dengê me NA ye.’’
JI BO KU XWÎNA BIRAYAN NEHERIKE ‘NA’
Mela Salih Yildiz jî got di misilmantiyê de heram e ku xwîna bira were rijandin û got: ‘’Ji bo xwîna bira neherike em dibêjin na. Kesekî ku xwe weke serokê Kurdan dibîne, tenê ji bo ku daxwaza wî ya desthilatdariyê bi cih were nûçegihanek ku dixwest gel agahdar bike kuşt. Ti cihê vê di îslamê de, di mirovahiyê de nîn e. Ûcdanê me diêşîne. Ji bo aştî, aramî, biratiyê divê hemû misilman bibêjin ‘na’. Banga min li hemû gelên Kurdistan ew e ku destê xwe bidin hev bi hiqûqa biratiyê dawî li vê zilmê bînin.’’