Aktîvîstên li Hewlêrê girtî ne dest bi rojiya mirinê kirin
Aktîvîstên mafên mirovan ku zêdeyî saleke ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, di rûniştina duyemîn a dozê de ragihandin ku wan dest bi rojiya mirinê kirine.
Aktîvîstên mafên mirovan ku zêdeyî saleke ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, di rûniştina duyemîn a dozê de ragihandin ku wan dest bi rojiya mirinê kirine.
Aktîvîst Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyub, Karger Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn Hezîrana 2020'î ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin.
Rûniştina duyemîn a doza darizandina aktîvîstan li Dadgeha Hewlêrê pêk hat. Bi hinceta guhertina serokê dadgehê, rûniştina dozê ji bo demeke pêş hate taloqkirin.
Aktîvîstan bi rêya parêzerên xwe daxuyaniyek dan û diyar kirin ku bi daxwaza darizandina adîl dest bi rojiya mirinê kirine.
Parêzer Beşdar Hesen diyar kir ku mafê bingehîn ê girtiyan tê astengkirin.
Hesen anî ziman ku destûr nayê dayin aktîvîst bi malbatên xwe re jî hevdîtinê bikin û ji bo şermezarkirina kiryarên li wan têne kirin û biryara dadgehê dest bi rojiya mirinê kirine.
Nûnerê Tîma Hevbeynkar a Xiristiyan (CPT) ku navenda wê li Silêmaniyeyê ye Kameran Osman jî got, "Akîvîst sûcdar jî bin mafê wan ê qanûnî ye ku karibin malbat û parêzerên xwe bibînin."
Kameran Osman got, "Ev kiryar neqanûnî ye. Hikumeta Kurdistanê ya Federe û Dadgeha Temyîzê divê dosyayê lêkolîn bikin û aktîvîstan berde."