AKP tebelaya Kurdî anî xwar û biryara hilweşandina parqê da

Şaredariya Erdişê ku qeyûm hatibû wezîfedarkirin, biryara hilweşandina 'Parqa Aştiyê ya 7'ê Pûşberê' da.

Rejîma AKP/Qesrê di çarçoveya pêkanîna qirkirina çandî de ku vîna gelê Kurd nekarî bigre dest, dest bi hilweşandina her tiştê girêdayî gelê Kurd dike.

Şaredariya Erdîş a Wanê ku qeyûm hatibû wezîfedarkirin biryara hilweşaninda 'Parqa Aştiyê ya 7'ê Pûşberê' ku di sala 2015'an hatibû avakirin, da. Bi biryara qeyûm wê projeyekî nû a baxçeyê çayê were çêkirin û tabela parqê ya Kurdî berî 2 rojan hatibû rakirin û dest bi xebatên hilweşandinê hat kirin.

Yek ji berpirsê Midûryeta Baxçe û Parqê ya Şaredariyê diyar kir ku wê cihê nû bi Baxçeyê Çayê ya Emrah û Selvî re lihev werin.

Dîsa qeyûm di Şaredariya Şaxê di meha Gulanê de navê Parqa Tahir Elçi guhertibû. Qeyûm navê cerdavanê ku hatî kuştin Alî Ogun dabû parqê.