AKP ji bo mîtînga li Wanê ya ku kes beşdar nabe, ketiye hev

Di mîtînga Wanê de ya ku Serokwezîrê Tirk Yildirim beşdar bû, otobusên ji Erzirom, Îdir û Mûşê hatine bal kişandin. Otobusên ku ji bo beşdariya zêde hatine, li qada mîtîngê ne.

Ji bo mîtînga Wanê ya ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan ji ber ketina deng beşdar nebû û Serokwezîr Bînalî Yildirim tenê hişt, ji bo ku hemû xebatkarên saziyên fermî beşdarî mîtîngê bibin, gerînendeyên saziyên fermî ji xebatkaran re peyam şand. Di heman demê de ji bo mîtîngê, bi otobusan ji bajarên din jî mirov anîn.

Ji bo mîtînga AKP’ê bajar ketiye bin ablûqayê. Gel sibehê nikaribû derkeve derve û jiyan sekinî. Tê texmîn kirin ku wê kêm kes beşdarî mîtîngê bibin.

Derdorên AKP’ê yên ku bi fikar in ku wê beşdariya mîtîngê kêm be, ji bo beşdariyeke zêde talîmat dan qeyyûman û xwestin ku bi otobusên şaredariyê gel bînin qada mîtîngê.

TALÎMAT

Ji bo ku xebatkarên saziyên fermî jî beşdarî mîtîngê bibin, bi vê peyamê talîmat hat dayîn:

“Ez bi girîngî rica dikim ku, hemû gerînendeyên me yên saziyan, mamoste û xebatkarên me beşdarî merasîma vekirina tesîsên perwerdehiyê bibin a ku di saet 13.00’an de li Qada Beşyolê wê Serokwezîrê me Birêz Bînalî Yildirim jî beşdar bibe. Gerînendeyên me wê ligel komên xwe li qada ku Gerînendeyên Perwerdehiyê yên li Rêya Armûşê ne, kom bibin û wê bi hev re tevbigerin. Tika dikim ku di vî warî de bihistyar wê were tevgerîn.”