AKP, heta ku jê tê xwezaya Kurdistanê talan dike

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Hebûn Mahîr got, bi karê derxistina gaza şeylê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve, kîmyasal, ava gemarî, erdhej, qirêjî û bê Kurd hiştin ji Kurdistanê re tê hiştin.

Li qada Saribûgday-1 a herêma Konacik a navçeya Farqîn a Amedê, bîrên gaza şeylê (gaza ji nava teht tê derxistin) bi salan e bi rengekî bêdeng ji aliyê dewleta Tirk ve tê bikaranîn. Ev bîr, bi hevkariya Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) û Shellê hatine vekirin. Eger ji sondaja van bîran encamekê bi dest bixin, wê weke gava detspêkê 20 bîrên din vekin. Bêguman hejmara bîrên bên vekirin wê zêdetir bibe. Li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê di vî warî de lêkolîn û amadekarî hatine kirin. 

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Hebûn Mahîr, li ser encamên van projeyan û xeteriyên bi xwe re bînin, ji me re axivî.

Mahîr bi bîr xist, ku Enerjiya Tirkiyeyê di destê zavayê Tayyîp Erdogan Beraat Albayrak de ye û got, "Nêrîna wan li enerjiyê, bi taybetî nêrîna wan a li peydakirin û bikaranîna enerjiya li Kurdistanê, bi rengekî vekirî nîşan dide ku armanc peydakirina enerjiyê nîne. Sermeselê, gelek ji bendavan ji bo ewlekariyê hatine çêkirin. Piraniya van jî qada cografîk dikujin. Wekî din, divê bi awayekî vekirî were gotin; Teqîna bi dînamîtan li Heskîfê kirin, sînorê xweranegirtina wan nîşan dide. Yanî, çavê wan ewqasî sor bûye ku hewl didin berhemên dîrokî di nava ava bendavê bihêlin û wan ji holê rake."

Mahîr diyar kir, armanc ji vê yekê ew e, ku li Kurdistanê berhemên dîrokî nehêlin, erdnîgariya Kurdistanê parçe bikin û bi rêya enerjiyê civaka heyî tine bikin.

Têkildarî derxistina gaza şeylê ji Kurdistanê, Hebûn Mahîr bi bîr xist, ku heta niha gelê Kurdistanê ji ti proje û hilberîna li qada ekolojîk feyde nedîtiye û di vê mijarê de jî 700 madeyên kîmyewî ku nîvê wan kanserojen e, yekser bandorê gelê Kurdistanê dike.

Mahîr got, "Yanî di van projeyan de sîstema kapîtalîst û hikumeta AKP'ê feydeyê dikin, ji Kurdistan û gelê Kurd re jî madeyên kîmyewî, ava gemarî ya li binê erdê, guhertinên erdnîgarî yên sîsmîk û erdhej, ava gemarî û hewayeke qirêj tê hiştin.

Mahîr destnîşan kir, ku derxistina gaza şeylê dibe sedema hilweşîneke mezin a ekolojîk.

Têkildarî têkoşîna li dijî vê yekê jî Hebûn Mahîr ev nirxandin kir:

"Em di demekê de ne ku pêkanînên faşîst ên hovane lê dewam dike. Zexteke giran heye. Bi navê Rewşa Awarte bi taybetî li Kurdistanê zilmeke giran tê kirin. Ev zext jî ji bo tepisandinê ne. Ji bo gel bixin nava rewşeke bê hêvî. Ji bo enerjiya gel a xwedîderketina li doz û axa xwe bişikînin, ev zext tên kirin. Lewma bingeha zextên heyî, hewldana bê bingeh hiştinê ye. Encama ku bi Rewşa Awarte re dixwazin li Kurdistanê biafirînin; gelekî bê bingeh, bê welat û dûrî ji rastiya xwe, ye."

Mahîr destnîşan kir, ku rabûna li ber vê projeyê, karê dildarên Amedê ye, karê dildarên Kurdistanê ye û got, "Eger Kurdistanek hebe û paytexta vê Amed be, divê mirov li ser rewşa Deşta Dîcleyê bifikire û di vê çarçoveyê de bikevin nava hewldanan."