AKP'ê mîhên Norduzê jî da ber kêrê

Mîhên Norduzê bi alîkariya gundiyan hate xilaskirin. Lê vê carê jî bi polîtîkaya hikûmeta AKP’ê re ya ku ajalkariyê re dikuje rû bi rû ye.

Di encama polîtîkayên AKP’ê yên şer, qedexeyên pê ve girêdayî û xwedîkirina ajalan de, Wan a ku welatên cîran jî têr dikir hatiye rewşeke wiha ku ajalên zindî ji der ve bikire.

Wan di mijara pez de herêmeke girîng bû. Li gel mewsîma îdeal xwedî çêriyên berfireh û zozanan bû. Hikûmeta Tirk a ku Saziya Goşt û Şîr a Wanê girtî, bi şer re qedexeyên xwe zêdetir kirî, polîtîkayên cihêkar ferz dike û guh nade hilberînê, li Bakurê Kurdistanê û Wanê xwedî kirina ajalan diqedîne.

TENÊ LI PAYIZAVA HEYE

Mîhên Norduzê ku li dinyayê tenê li Wanê, li herêma Norduzê hene di encama polîtîkayên qedexeyê yên dewletê de hatine ber nemanê. Li gorî daneyên fermî yên Saziya Statîstîkan a Tirkiyê (TUÎK), 2014’an ji 31 milyon û 115 mîhên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 2 milyon û 443 û 392 yên Wanê bûn. Mîhên Norduzê li Payizava ya Wanê, li herêma bejahiyê  ya bi navê Norduzê dijîn. Ev herêma ji hêla biberbûna çêriyê ve ji hêla rêbazên gihandinê ve ji sîstemên din ên xwedîkirina mîhan cudatir e. Lê polîtîkayên şaş ên xwedîkirina ajalan derb li mîhên Norduzê jî xist. Salên 1990-1996’an ji ber sedema polîtîkaya valakirina gundan gelek gund û zozanên li herêma Norduzê jî bi zorê hatin valakirin. Ev malbatên ku bi çandînî û xwedkirina ajalan debara xwe dikirin ajalên di dest xwe de firotin û li bajaran bi cih bûn. Mîhên Norduzê ku bi valakirina gundan re hatî ber nemanê, bi xêra gundê Mekoşkê yê Payizava ku koç nekirin tuxmê mîha Norduzê hate parastin.

NIRX Û BIBERIYA ŞÎR ZÊDE YE

Li gorî daneyên gelek lêkolînên li ser mîha Norduzê ku piraniya wan cêwî tînin, maweya laktasyonê û nirxên biberiya şîr a laktasyonê, li gorî nîjadên dî yên xwecih zêdetir e. Her wiha şîrê wan dema ku mirov bide yên nîjadên din û çandên nîjadên din, bi  taybetî ji hêla preteînê ve dewlmend e.

Li gorî lêkolînan mîha Norduzê li dijî sermayê, birçîbûnê û nexweşiyan qeyîmtir e. Berxên dermale di 18 mehiya xwe de dibine 60 kîlo.

-Mîha Norduzê ji ber ku hez dikin bi kerîtî biçêrin di çêriyê de rêveberina wê rehet e. Di mîhan de ajoya mêr xurt e. Bilind in. Dûvê wan rûn .

WAN ÊDÎ TÊRA XWE NAKE

Piştî ku mîha Norduzê salên 90’î bi talokeya nemanê re hevrû bû, demekê hate parastin lê ji ber encama polîtîkayên şer ên AKP’ê bi neyênî jê hîkar bû. Ajalkariya li herêma Wanê ji ber polîtîkayên dewletê hatiye ber mirinê. Herêm Wanê ku ajal dişandin hemû Tirkiyê û welatên ser sînor êdî hatiye rewşeke wiha ku ajalan ji der ve bikire.

WAN NE DI NAV WAN BAJARAN DE YE

Wezareta Zad, Cotkarî û Ajalkariyê 50 ji 100’î hîbeyê ji bo nogînên tov 2017’an de dide lê di nav bajaran de Wan û herêma wê nîn e. Ji bo avakirina van kargehan, di dema kirîna ajan, mekîne û avakirina înşeatê de 50 ji 100’î wê alîkariya hîbeyê were kirin.

Serokê Berê yê Borsaya Bazirganiyê yê Wanê Ferîdûn Irak got ti desteke çandinî û xwedîkirina ajalan ji bo Wanê û bajarên dî yên Kurd nîn e û got ji bo ajalkarî û çandiniyê cihê herî rast Bakurê Kurdistanê û Wan e lê ji ber sedema polîkayên şaş ên dewletê Wan hatiye rewşeke wiha ku ji der ve ajalan bikire.