AKP bênavber Wanê difiroşe

AKP'ê qadên şênkahî û parkên li Wanê ji nû ve difiroşe. Zeviyê nexweşxaneya dewletê ya berê û Parka Serweriya Millî ji aliyê TOKÎ ve tên firotin.

Hikumeta AKP-MHP'ê qadên şênkahî û parkên ku gelê Wanê lê bêhnê vede bi destê Serokatiya Îdareya Avahiyên Giştî ya Serokwezaretiyê (TOKÎ) difiroşe.

Li navenda wanê zeviyê nexweşxaneya dewletê ya berê ya li taxa Tepebaşi û Parka Serweriya Milî weke qadê dawî yên şênkahî yên bajêr tên nasikrin. TOKÎ'iyê xwestibû di sala 2018'an de vê qadê bifiroşe, lê belê ji ber nerazîbûna rêxistinên civakî û gel nekarîbû bifiroşe. Ev her du dever di 12'ê Kanûnê de ji bo firotinê ji nû ve hatin pêşkêşkirin.

Şaredarê Wanê yê AKP'î Bûrhan Yenîgun di navbera salên 2004 û 2009'an de di 5 salên wezîfeya xwe de 90 ji sedî yê qadên şênkahî yên li Wanê firot. Di hilbijartinên xwecihî yên 2009'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û di hilbijartinên 2014'an ên xwecihî de jî Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi ser ketin. Di serdemên DTP û DBP'ê de gelek qadên nû yên şênkahî, park û bexçe hatin çêkirin. Piştî ku qeyûm li şaredariya bajarê mezin a Wanê ya HDP'î û şaredariya Rêya Armûşê ya HDP'î hatin tayînkirin, qadên şênkahiyê yên Wanê ji nû ve pêşkêşî alîgirên AKP'î hatin kirin.

Gelê Wanê nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Şêniyên herêmê dibêjin, "AKP'ê di nava 15 salên dawî de bajar kir beton. Li kêleka kolan û rêyan dar hebûn. Niha nepêkane ku mirov li Wanê daran bibînin. Ew tenê ji tiştekî fêhm dikin; em çawa dikarin gel bişêlînin, çawa dikarin bêhnê li gel biçikînin. Niha jî hewl didin bi rêya qeyûm vê bikin."