Agirê Newrozê li Mêrdînê hate dadan
Li taxeke navçeya Stewr a Mêrdînê yekemîn agirê Newroza îsal hate dadan.
Li taxeke navçeya Stewr a Mêrdînê yekemîn agirê Newroza îsal hate dadan.
Li gorî agahiyan, li bejahiya taxa Elfan a navçeya Stewrê ya Mêrdînê, agirê Newrozê hate dadan.
Komek ji ciwanan agir dadan û li ber stranan govend gerand. Piştî demekê jendermeyan êriş kirin û agirê ciwanan bi TOMA'yan vemirandin.
Pîrozbahî û çalakiyên îsal ên Newrozê bi dirûşma "Ji bo yekîtî, demokrasî, azadiyê" tên lidarxistin.