Agahiyên nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane hate ragihandin
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê yên gerîlayên ku 20’ê Adarê li Xakurkê, Qadên Parastinê yên Medyayê birûskê li wan xistî û jiyana xwe ji dest dane ragihand.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê yên gerîlayên ku 20’ê Adarê li Xakurkê, Qadên Parastinê yên Medyayê birûskê li wan xistî û jiyana xwe ji dest dane ragihand.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku 20’ê Adarê li Xakurkê birûskê li 6 gerîlayan xistiye û di encamê de jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina HPG’ê de li gel agahiyên nasnameyê yên gerîlayan ev agahî hatin dayin:
‘’Tevgera Azadiya Kurd kana hêvî û mîsogeriya jiyanê ya gelê Kurd ê leheng û fedekar û gelên din e ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin. Di vê rêkê de bawerî û hêviya hemû lehengên ku şehîd dibin, ji bo hevrêyên wan ên ku têkoşînê didomînin, weke peywirekê dimîne.
Êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a faşîst a li çiyayên Kurdistanê û li bajaran bi ser gel û tevgera me de ya bi mebesta şikandina vîn, radestgirtinê û tinekirinê, bi têkoşîna gelê me yê rûmetdar û berxwedêr tê şikandin.
Li gel hevrêyên me yên ku di di rastiya şer a çalakî, operasyon, bombekirinan de şehîd dibin, her wiha wek ku gelê me jî dizane li çiyayên serhildêr ên Kurdistanê di encama qedayên bêyom de jî hevrêyên me şehîd dibin. Şehîdbûnen ji ber sedema aşît, çem û birûskan li cografyaya me ya serhildêr, bi tevdîgran, rê û rêbazan hatine kêmkirin. Lê dîsa jî şehîdbûnên ku car caran çêdibin, gelê me û hevalên me zêde diêşînin.
Hevalên me Bêrîtan (Aygul Alaca), Çiya (Recep Cengîz), Havîn (Meryem Tekçî), Nûda (Eylem Yalçin), Şahan (Bayram Acet) , Şerzan (Areş Şadî) ku bi hêviya siberojên azad tevlî nav refê têkoşînê bûyin, li dor hezkirina mezin a hevrêtiyê asê bûyin û hezkirina wan a kûr ji bo gelê Kurdistanê hebû 20’ê Adarê li Xakurkê birûskê li wan xist û şehîd bûn.
Li ser vê şehadeta hevrêyên xwe em sersaxiyê didin malbatên wan ên giranbiha, em dihyar kirin em ê şerê azadiyê yê ku hevrêyên me gav bi gav dikirin serfiraz bikin. Soza herî watedar a ji bo şehîdên me ew e ku em wan bi helwesta milîtanên Apoyî bidin jiyîn û bibin şopdarên wan.
Agahiyên nasnameyê yên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Navê Kod: Berîtan Serhed
Nav Paşnav: Aygul Alaca
Cihê Bûyinê: Erzirom
Navê Dê û Bav: Salihe – Mehmet Emîn
Dema û Cihê Şehîdbûnê: 20 Adar 2017 / Xakurkê
Navê Kod: Çiya Zagros
Nav Paşnav: Recep Cengîz
Cihê Bûyinê: Erzirom
Navê Dê û Bav: Melek - Hamît
Dema û Cihê Şehîdbûnê: 20 Adar 2017 / Xakurkê
Navê Kod: Havîn Oremar
Nav Paşnav: Meryem Tekçî
Cihê Bûyinê: Colemerg
Navê Dê û Bav: Cemîle - Ramazan
Dema û Cihê Şehîdbûnê: 20 Adar 2017 / Xakurkê
Navê Kod: Nuda Sorxwîn
Nav Paşnav: Eylem Yalçın
Cihê Bûyinê: Betlîs
Navê Dê û Bav: Kamile - Abdulbarî
Dema û Cihê Şehîdbûnê: 20 Adar 2017 / Xakurkê
Navê Kod: Şahan Gabar
Nav Paşnav: Bayram Acet
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Îpek - Mustafa
Dema û Cihê Şehîdbûnê: 20 Adar 2017 / Xakurkê
Navê Kod: Şerzan Hemin
Nav Paşnav: Areş Şadî
Cihê Bûyinê: Kamyaran
Navê Dê û Bav: Fatma – İsa
Dema û Cihê Şehîdbûnê: 20 Adar 2017 / Xakurkê