Ûgûr û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Li Mêrdînê 19’emîn salvegera qetilkirina Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz li ser gorên wan hatin bibîranîn.

Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz yên ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoser a Mêrdînê li ber mala xwe bi 13 guleyan hatin qetilkirin, di 19'emîn salvegera qetilkirina wan de li Taxa Pirîketa li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Endamên malbata Kaymaz, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û gelek kes tevlî merasîmê bûn.

 Di merasîmê de pankartên ku wêneyên Ûgûr û bavê wî li ser hatin hilgirtin û dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.

Çalakiya bîranînê bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Qoserê Aysel Ayav bertekên xwe nîşanî êrîşa li ser gorên Ûgûr û bavê wî da û anî ziman ku ew dê li dijî vê mentalîteyê têbikoşin.
  
Parlamentera HEDEP'ê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneşê bi bîr xist ku Ûgûr ê 12 salî  dema hat qetilkirin çekek li kêleka wî hiştin û wekî  "terorîst" hat sûcdarkirin û anî ziman ku kiryarên vê qetilkirinê  hatine parastin û xelatkirin.

Bêrîtan Guneşê  got: ‘’Hewl didin ku qetla Ûgûr bidin jibîrkirin, lê belê nayê jibîrkirin. 

Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê yê Mêrdînê Alaaddîn Turan bertekên xwe nîşanî rûxandina gorên Ûgûr ê di 12 saliya  xwe de bi 13 guleyan hate qetilkirin da û anî ziman ku li cîhanê mînakek bi vî rengî tune ye.

Parlamenterê HEDEP'ê yê Mêrdînê Kamuran Tanhanî diyar kir ku Ûgûr Kaymaz ji bo dewletê "îmtîhanek" bû, lê belê dewletê nekarî  ji vê "îmtîhanê" derbas bibe. Tanhan diyar kir ku kiryarên vê qetlê di wijdana însanan de hatine cizakirin.

Dayika Ûgûr Makbule Kaymazê got, "Nabe ku zarokekî 12 salî bibe 'terorîst'. Ev  cara sêyan e ku  kêlên tirba me dişkînin. Ma ew ji miriyên me jî ditirsin? Çi dixwazin? Heya ku ez sax bim ez wan ji bîr nakim."

Piştî xeberdanan qurnefîl danîn li ser gorên Ûgûr û bavê wî Ahmet Kaymaz. Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” qediya.