Şoreşa Rojava li Silêmaniyê hate pîrozkirin

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, 5’emîn salavegera 19’ê Tîrmeh a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Di aktivîteya pîrozbahiyê ya li salona Ekwapar a Silêmaniyê hate lidarxistin de, li gel nûnerên Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan(YNK), Tevgera Goran, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Koma Civakên Kurdistan (KCK), Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK), Tevgera Azadî, Eniya Demokrasiyê, Rêveberên Rêveberiya Xweser, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava li Başûrê Kurdistanê û bi sedan kes beşdar bûn.

Piştî aktivîteya pîrozbahiyê ya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hate girtin û şûnde, peyamên partiyên siyasî û rêxistinan hatin xwendin.

Axaftvanên ku Şoreşa Rojava silav kirn, destnîşan kirin ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û gel di nava aramî û aştiyê ya ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hatiye bidest xisin di nav biratiyê de dijîn. Şoreşa Rojava ji bo çar parçeyên Kurdistanê bûye sembola azadiyê.

Aktivîte piştî xwendina peyaman û şûnde, bi derketina hunermendan a li ser dikê û gerandina govendê ve bi dawî bû.