Şêx Seîd hate bibîranîn: Em ê gotinên wan ên dawîn ji bîr nekin

Şêx Seîd û hevalên wî, di salvegera darvekirina wan de li Amedê hatin bibîranîn.

Komeleya Şêx Seîd û neviyên Şêx Seîd, di salvegera 92'yemîn a darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de, ew bi bîr anîn. Civîna li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydoguyê ya li Parka Sumerê pêk hat de, ji neviyên Şêx Seîd Felat Ozsoy, Kasim Firat û Hevşaredarê Tekmanê yê ji peywirê hat dûrxistin Alî Saît Firat, rêveberên Komeleya Şêx Seîd, wekîlên HDP'ê Feleknas Ûca û Îmam Taşçier jî di nav de, gelek kes amade bûn.

 Di civînê de Kasim Firat axivî û diyar kir ku Şêx Seîd qasî ku girêdayî ola xwe bû, ew qas jî girêdayê Kurd û Kurdistaniyê bû û wiha axivî: "Ew ji bo ol û exlaq û ji bo doza Kurdistanê tê koşiya."

‘DIVÊ FERASETA YEKÎTIYÊ MÎNAK WERE GIRTIN’

Firat destnîşan kir ku Şêx Seîd di têkoşîna xwe de cudahî nexistiye navbera nijad û olê û wiha pê de çû: "Şêx Seîd li dijî zilm û tundiyê têkoşiya. Gelê Kurd îro jî têkoşînekê dide û divê vê têkoşînê esas bigire. Îro tundiyek mezin li ser Kurdan heye. Şêx Seîd hişmendiya yekîtiyê esas digirt û divê gelê Kurd jî yekîtiyê esas bigire."

‘LI DIJÎ ÎMHAYÊ DERKETIN’

Neviyê Şêx Seîd ê bi navê Alî Saît Firat jî metna li ser navê malbatê hatibû amadekirin xwend û ev tişt got: "Komara Tirkiyeyê, wekî vîna avakirinê Tirk dan nîşan, hemû nirxên Kurdistanî, neteweyî bi tevahî xwestin îmha bikin, Şêx Seîd Efendî, hevrêyên wî û Kurdistaniyan ji vê yekê re riza nedan nîşan." Firat diyar kir ku Komara Tirkiyeyê bi awayekî bê perwa êrîşê çand û nirxên Kurdistanî kiriye û bi rêya hêza leşkerî û siyasî, tu daxwaz û rizayeke gelê Kurd nehatiye girtin û ev êrîş hêj berdewam dikin.

Firat da zanîn ku pêşengên berxwedana Şêx Seîd dema çûne ber sêdarê, ji tu bawerî û nirxên neteweyî dest bernedane û ev tişt hat gotin: "Komkujiyên 29'ê Hezîranê di hişê gelê me de cih girtiye. Ev biryarên darvekirinê yên rejîma Kemalîst, di salên pişt re jî erênî hatiye dîtin û îro jî li gorî esasên rejîma Kemalîst tevdigerin. Li gorî vê hişmendiyê, wê tu mafên siyasî yên gelê Kurd neyên naskirin, wê bi sirgûn û kuştinê bibersivînin."

‘EZ NE POŞMAN IM, BILA NEVIYÊN MIN, MIN FEDÎKAR DERNEXIN’

Firat ev tişt got: “Piştî 1925’an Zîlan, Agirî, Dersim û Mahabad pêk hat. Heta roja me îro jî cihên wek Enfal, Helepçe, Roboskî, Şengal, Kobanê, Sûr û Cizîr bûn warên qetlîaman û bi dehan qetlîamên din pêk hatin. Li dijî daxwaza gelên Kurdistanê ya maf, edalet û azadiyê karakterên faşîst ên nijadperest Kemalîst, Baasî û Farsî bersiv dan.”

Firat di berdewamiya axaftina xwe de li ser berxwedana 1925’an rawestiya û wiha pê de çû: “Divê di serî de Tirkiye û hemû kesên berpiryariya wan di nav qirkirin û qetlîamên li ser Kurdan heye lêborîna xwe bixwazin. Hemû mafê Kurdan ên hatine desteserkirin paş de bidin Kurdan. Ji bo heqîqet derkeve holê em daxwaz dikin ku heyetek bêalî bê avakirin û lêkolînan bike. Her wiha em daxwaz dikin ku gora Şêx Seîd Efendî û hevalên wî radestî malbatan bên kirin. Dîsa em daxwaz dikin ku gorên rêzdar Xalît Begê Cibranî, Mele Saîdê Kurdî, Seyît Riza û yên wek wan radestî malbatên wan bikin. Em dixwazin wesiyeta wan a goran pêk were û wezîfeya neteweyî, sincî û mirovî bên cih. Bila rastiya dîrokê derkeve holê. Em wek neviyên wan û şopdarên doza wan a mafdar em ê tu carê gotinên Şêx Seîd Efendî yê dawî ji bîr nekin.”

‘HÛN BI ARAMÎ RAZÊN’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca jî bal kişand ser gora Şêx Seîd û hevalên wî ku tune ne û wiha got: “92 sal berê dilê ku ji bo Kurdistanek azad lê dida, îro jî heman dil li çar perçeyên Kurdistanê di dilê milyonan de lê ide. Hûn bi aramî razên îro bi milyonan neviyên we di riya we de têkoşîna we xurtir kirine û didin meşandin.”

Palramenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr anî û li hember ku cihê gorên wan nabêjin nerazîbûn nîşan da.

Piştî axaftinan heyet çû Qada Deriyê Çiyê û dua kirin û Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn.