Şewata li Licê nehate tefandin
Şewata li Licêya Amedê ya ku bandora xwe li pênc taxan kir îro hatibû ber asta tefandinê. Şewat îro dîsa gur bû.
Şewata li Licêya Amedê ya ku bandora xwe li pênc taxan kir îro hatibû ber asta tefandinê. Şewat îro dîsa gur bû.
Roja Sêşemê sibehê agir li bejahîya di navbera taxên Dêrxust, Sîsê, Cinezûr, Cimar û Henyatê de ketibû. Gel bi derfetên xwe hewl dabû şewatê bitefîne.
Şewata daristanê îro hate ber asta tefandinê lê dema xebatên cemidandinê de şewatê dîsa dest pê kir.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, şewata li taxên Henyat û Sîsê ji ber ba dîsa gur bû.