Şerê li Heftanîn berbelav dibe

Şerê ku li ser hewldana dizî ya artêşa Tirk a ketina herêma Heftanînê destpê kir, belavî gundê Banîke bû. Balafirên şer deverê bombe dike.

Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk hewl da bi dizî bikeve Pîrbûla ya Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Leşkerên Tirk ên xwestin dadin qontara Pîrbûlayê, rastî bersîva gerîlayan hatin. Hate ragihandin ku li vê herêmê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Piştî demekê û şûnde vê carê şer li derdorî gundê Banîke ya dikeve başûrê Pîrbûlayê belav bû.

Hate ragihandin ku li gel dijwariya şer ê dom dike jî tevgera zêde ya esmanî li herêmê heye û Pîrbûla bi obus û hewanan jî tê topbarankirin.