Şenyaşar a Dayik: Me dad xwest

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wên ji hêla zêrevanên Ibrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, got, ''Ên ku zarokên min kuştin bi rehetî li Pirsûsê digerin. Me dad xwest, em avêtin nezaretxaneyê.''

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an xizm û alîgirên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî kargeha malbata Şenbayaşar kiribûn. Di êrişê de Hecî Esvet Şenyaşar û lawên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin.
 
Emîne Şenyaşar a hevjînê wê û du lawên wê hatin kuştin, bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ku ji êrişê bi birîndarî rizgar bûbû, du roj berê bi daxwaza edaletê li ber avahiya AKP’ê ya Rihayê xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan Emîne Şenyaşar û lawê wê destgîr kirin. Duh li Edliya Rihayê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku ew û lawê xwe Ferît bi armanca ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê niha girtî tê darizandin were berdan û edalet ji bo wî pêk were çalakiya rûniştinê li dar xistine û wiha got: “Ji kurê min re 150 sal ceza tê xwestin. Yek ji miqabil girtî ye û tê xwestin were berdan. Me li ber AKP’ê bang û daxwaza bêedaletiyê kir. Lê em birin xistin nezarexaneyê. Em dixwazin edalet pêk were. Zarokên min û hevjînê min li dikanê û nexweşxaneyê kuştin. Em ji bo edaletê vê bûyerê çûn ber AKP’ê rûniştin. Min xwest dîmenên li nexweşxaneyê derxin. Çima dîmenên li nexweşxaneyê vedişêrin? Qatilên malbata min li Pirsûsê pir bi rehetî digerin. Me edalet xwest lê wan zext li me kir. Ev edalet e? Êdî bes e bila lawê min berdin. Kî zarokên min û hevjînê min kuşt? Yên ku malbata min qetilkirin kesek bû gelo? Zilmê li me dikin. Mifte li deriyê mala min xistin. Bila her tiştî derxin holê. Kurê min sê sal in di hepsê de ye. Ev edaletek çawa ye? Dema zarokên min hatin kuştin li çepikan xistin. Êdî bes e bila lawê min berdin. Heke bernedin em jî kuştî ne.”
 
Ferît Şenyaşar ê hatibû  jî diyar kir ku du sal û nîv e ji bo edaletê ew têdikoşin û di encama êrişa xizm û alîgirên AKP’yî Yildiz de bav û du biryaên wî hatine qetilkirin. Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku niha jî bi destê darazê dixwazin qetliyama duyem pêk were û daraz jî bi fermana siyasî dixebite. Ferît Şenyaşar anî ziman ku wan li ber AKP’ê daxwaza edaletê kiriye û bi destgîrkirinê bersiv dane vê daxwaza wan rewa û demokratîk. Şenyaşar destnîşan kir ku destgîrkirina wan li gorî kêyfiyeta polîsan pêk hatiye û tu bingeha binçavkirina wan hiqûqî û yasayî nîne. Ferît Şenyaşar anî ziman ku tişta li hember wan tê kirin zilmek mezin e û ji bo danişîna 25'ê Kanûnê bang kir.