Şêniyên Binarê Qendîlê banga yekîtiyê kirin

Ji şêniyên Binarê Qendîlê Rizgar Îsmaîl got, eger Kurd yek û hevgirtî be, wê ti hêza dagiker nikaribe bi wan û bang li hemû partî û rêxistinên Kurdan kir, ku xwedî li hewldanên ji bo kongreya neteweyî derkevin.

Şêniyê Binarê Qendîlê yê bi navê Rizgar Îsmaîl der barê kongreya neteweyî de ji ajansê me re axivî.

Rizgar Îsmaîl bal kişand li ser rola partî û rêxistinên siyasî û bang li wan kir ku piştgiriyê bidin yekîtiya Kurdan.

Îsmaîl got, eger Kurd yekîtiya xwe ava bikin, wê ti hêza dagirker nikaribe bi Kurdan û wiha pêde çû; "Pewîste hemû hêz û partiyên siyasî yên li gelemperiya Kurdistanê tevlî karê kongreya neteweyî bibin. Eger di yekîtî û kongreya neteweyî de biryardarî nebe serketin jî nabe. Ez hevîdarim ku ti rêxistin û partiyeke siyasî xwe ji kongreya neteweyî venegire û serketinê pêk bîne. Eger gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê yek û hevgirtî be, piştgiriya hev bikin, ti hêza dagirker wê nikaribe êrîşî wan bike. Kurd gelekî ku her tiştê xwe heye; wêrek e, zîrek e, ji aliyê manewî, aborî û hêzê ve xurt e. Lê belê ji aliyê siyasî ve hin astengiyên xwe hene, ku pêşî li kongreya neteweyî û hevgirtina Kurdan digire. Ez hevîdarim ku yekîtî çêbibe. Bê hevgirtinê nabe. Ji ber ku yekbûn nebe pirsgirêk jî zêde dibin. Ji xwe wateya kongreya neteweyî jî kêmkirina pirsgirêkan e."

Şêniyê binarê Qendîl Rizgar Îsmaîl di dawiya axaftinên xwe de bang li hemû partî û rêxistinên Kurd kir, ku piştgiriyê bidin kongre û yekîtiya Kurdan û got, "Qendîlê ji sedsala bihurî heta niha malovanî ji hemû şoreşan re kiriye. Ez bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinan dikim, yê ku di wir de şoreş kirine: rêxistinên Rojhilatê Kurdistan, yên ku niha li vir dixebitin; hemû hevgirtî bin û ji bo serketina kongreya neteweyî bixebitin."