Şengaliyan Cenga Heftanînê ya gerîlayan silav kirin

Rêveberên Meclîsên Xanesor û Sinûnê yên Şengalê Cenga Heftanînê ya gerîlayan silav kirin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin gerîlayan

Hevserok û rêveberên Meclîsên Xweser ên Xanesor û Sinûnê yên Şengalê, li ser berxwedana gerîla ya li Heftanînê ya li dijî dagirkeriyê axivîn.

Hevserokê Meclîsa Sinûnê Xwedêda Elyas bal kişand ser berxwedana gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên li Heftanînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin. Elya diyar kir ku gerîla ji bo gelê xwe û ji bo hemû mirovayetiya li ser şopa azadî û demokrasiyê têdikoşe û got ku, “Berxwedana gerîla mohra xwe li dîrokê û pêşeroja azadiya gelê Kurd dixe. Gerîlayên azadiyê ji bo rûmeta gelê Kurd û mirovahiya hemdem biparêze, di nava berxwedaniyeke mezin û bêhempa de ne. Mirovên ku ji bo axa xwe ya pîroz li ber xwe didin, ne gengaz e ku bi ser nekevin. Gerîlayên azadiyê jî ji bo rûmeta me niha van kêliyên azadiyê diafirînin.”

Elyas da zanîn siyaseta Erdogan, siyaseteke faşîzmê rê ve dibe, weke bav û kalên xwe yên Osmanî dixwaze Kurdistanê wêran û talan bike û axaftina xwe wiha domand: “Erdogan dixwaze weke kalikên xwe Osmaniyan, careke din gelê Kurd tine bike û bê ziman û nasname bihêle. Piştî dagirkeriya Efrînê, dixwaze çetên xwe yên xwînmêj, li seranserî Kurdistanê bi cih bike û ji bo deshilatiya xwe dirêj bike; şerekî qirêj û hovane li Kurdistanê dide kirin. Ev nêzî du mehan e li qada Heftanînê ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve şerek ji çanda mirovbûnê dûr li ser gerîlayê azadiyê tê kirin. Dewleta Tirk bi teknolojiya xwe ya herî pêşketî tê ser gerîlayê azadiyê. Lê belê heta niha li hemberî çalekiyên gerîla nebûye xwedî serkeftinên mezin. Gerîlayên azadiya gelê Kurd, karîne bi vîn û berxwedana xwe derbeyên herî mezin li artêşa duyemîn a natoyê ya dewleta Tirk bidin.”

Elyas di dawiya axaftinên xwe de da zanîn berxwedana gerîla ji bo gelê Şengalê jî cihê serfirazî û têkoşînê ye û wiha bang li civaka Êzidiyan kir “Civaka Êzidiyan ên ku xwedî şeref û keramet, heta hebin deyndarê gerîlayên xwe ne. Ji bo wê berxwedana gerîla, li her cih û warekî ji bo me kêliyên hêviya jiyanek azad û rûmetê ye. Em bi navê Şengaliyên xwedî rûmet, cenga berxwedana gerîla ya li Heftanînê silav dikin.”

Endamê Meclîsa Sinûnê Mîrza Mehmûd bal kişand ser berxwedana gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û wiha got: “Heftanîn ji bo me Şengaliyan jî hêza têkoşînê ye. Têkoşer û lehengên azadiyê ji bo azadiya gelan bi dil û can şer dikin û giyanên xwe bexş dikin. Em li Şengalê heta Heftanînê wan silav dikin. Gele me li Bakûr û li Başûr li her her deverên Kurdistanê yek in. Ji bo me berxwedana wan cihê bexteweriyê û serbilindiyê ye. Em destxweşiyê li giyanên gerîla dikin”

Hevseroka Meclîsa Xanesorê Fehîme Xelîl bal kişand ser berxwedana gerîlayên YJA STAR û da zanîn gerîlayên YJA STAR garantiya azadiya jinê û civakê ye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ger ku ji bo civaka me jiyanek azad bê afirandin bi teqez wê bi deste gerîlayên azadiyê bê peyda kirin. Ji bo wê em weke dayîkên axa kevnar a Şengalê, şoreşgerên serdemê yên cenga berxwedana Heftanînê silav dikin û bi yek bi yek çavên wan maç dikin.”

Hevserokê Meclîsa Xanesorê Dexîl Murad bal kişand ser hêza berxwedaniya gerîla ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hêza Natoyê şer dike û wiha anî ziman: “Ji aliyên hêzên dagirker ve ku niha dixwazin ji bo berjewendiyên xwe Kurdan kar bînin û parçe bikin, şerek qirêj û hovane li ser hêza gelên azadîxwaz heye. Gerîla jî temsîla hêza gelan dikin. Ji bo wê dewleta Tirk bi hevkarên xwe re ewqas hovane diçin ser hêza gerîla û dixwazin di şexsê gerîla de hêz û çanda civakên resen tine bikin.”

Murad di dawiya axaftinê xwe de da zanîn berxwedana gerîla ji bo wan jî çavkaniya hêza têkoşînê û xweseriya Şengalê ye û wiha bang kir: “Em diyar dikin ku em heta dawiyê piştgiriyê didin berxwedana gerîla û em Cenga Heftanînê silav dikin. Em bi gerîlayan serbilind in.”