Şehîdên Komkujiya Parîsê li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn

Şêniyên herêma Firatê bi meşeke girseyî şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, "Em ê têkoşîna azadiyê ya Sakîne û Evînan mezintir bikin."

Komkujiyên Parîsê yên 9'ê Çileya 2013'an û 23'ê Kanûna 2022'an ku di encamê de şoreşgerên Kurd bi rengekî hovane hatin qetilkirin, ji aliyê şêniyên herêma Firatê ve hatin şermezarkirin.

Di salvegera 10'emîn a komkujiya 9'ê Çileyê de bi hezaran kes li Kobanê li hev kom bûn û ji bo bîranîna Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) xwepêşandanek lidar xistin.

Girseya gel ji qada Jin a Azad dest bi meşê kir û heta qada Aştiyê bi wêneyên şehîdên Komkujiya Parîsê meşiya. Di çalakiyê de dirûşmên "Şehîd namire", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Piştî meşê li Qada AştiYê mîtîngek hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, endama Koordînasyona Kongrya Star a Herêma Firatê Emîne Bekir axivî.

Emîne Bekir diyar kir ku Sakîne Cansiz ji bo koletiya baviksalar li ser jinê rake û azadiya jinê misoger bike, bi îradeyeke xurt li ber xwe da, têkoşiya û got, "Vaye bi milyonan mirov li ser rêya Sakîne û hevrêyên wê ne."

Li qada mîtîngê bênavber dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.