Şandeya Ewropî ji bo Leyla Guven serdana Dayikê Aştiyê kir

Şandeya Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî serdana Dayikê Aştiyê kir û bêdengiya  Ewropayê hate rexnekirin.

Şandeya Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî ku ji Ewropayê ji bo greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêkolîn bike hatî  Amedê, lêkolînên xwe didiomîne. Şandeyê serdana Dayikên Aştiyê kir.

Dayika Aştiyê Havva Kiran bêdengiya welatên Ewropayê ya li bara kirinên li ser Kurdan rexne kir û got, ''Leyla ji bo ku tecrîd rabe bedena xwe daye ber mirinê. Ji 300'î zêdetir zarokên me niha di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan ne baş e. Em ji ti kesî tiştekî hêvî nakin. Em tenê dixwazin dengê me were bihîstin û daxwaza wan were bicihanîn. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin.''

Kiran got divê daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê were bicihanîn û got, ''Heke îro tiştek neyê kirin her dever wê bibe Kobanê, Efrîn. Em naxwazin tiştek bi canê kesî were. Em naxwazin dayikên din bigirîn. Îro yên ku Rêberê me tecrîd kirin, ên ku di komployê de tiliya wan heye wê hesab bidin.''

'EM Ê HÊZA XWE BI KAR BÎNIN'

Ji şandeyê jî WezîrÊ Karê Navxe ya berê yÊ Îzlandayê Ogmundur Jonasson got, ''Em heyranê berxwedana we ne. Ji min weye ku ez hatime perestgehekê. Ez hêrsa we ya li Rojava û li me fêhm dikim. Hêviyên we nayên bicihanîn. Em navbeynkarên biçûk in em ê hemû hêza xwe bi karbinin û ji bo ku dengê we bidin bihîstin tişta ku ji dest me were em ê bikin.''

Piştre yek ji damezirînera Insîyatîva Dayikên Plaz de Mayo, Beverly Ann got,''Ji bo ku em dengê we bidin bihîstin tişta ku ji dest me were em ê bikin. Em ê li parlamentoyê peyamên we bixwînin. Ji bo ku em bibin dengê we em ê têbikoşin.''

GUVEN NIKARÎBÛ ŞANDEYÊ BIBÎNE

Şande piştî serdana Dayikên Aştiyê, ji ber ku duh Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê carek din çûn serdana wê. Lê ji ber rewşa tenduristiya wê Guven nikaribû bi şandeyê re hev bibîne.
 
Piştî serdanê li ser navê şandeyê nivîskar Maxine Peak axivî û got: "Rewşa wê xerab e û êdî nikare bi kesî re bide û bistîne. Leyla û hevalên xwe tenê dixwazin hikumet qanûnên xwe bîne cih. Tika dikim, em Leyla û hevalên wê bidin jiyîn."