'Îradeya ku ew hêza çekdar xist nava tevgerê, berpirsyar e'

Komîteya Pêwendiyan a KCK'ê diyar kir ku daxuyaniya rayedarên Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ya li ser bûyera li Gareyê daxuyaniyeke provokatîf e û destnîşan kir, îradeya ku ew hêz şand Garê, berpirsyarê bûyerê ye.

KCK’ê li hemberî daxuyaniya ku Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya DYE’ê li ser aloziya ku PDK li herêmên Gerîla çêdike dabû daxuyaniyek weşand.

'BERPIRSYARÎ LI SER MILÊ WÊ ÎRADEYÊ YE KU EW HÊZA ÇEKDAR XISTE NAVA TEVGERÊ'

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo raya giştî

Roja 04.11.2020 dema operasyona hêzên PDK ya li dijî herêma Garê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi awayeke pir hişyar hewlda ku pêşî li derketina şer bigre. Lê mixabin ji ber bi israrbûna PDK ya ji bo pêkanîna operasyonê, zirarekî canî çêbû ku berpirsiyartiya wê bi temamî li ser milê wê îradeyê ye ku wan hêzên çekdar xistiye tevgerê.

Di demekî de ku raya giştî ya gelê Kurdistanê li her çar beşên niştîman û bi taybetî hêz û aliyên siyasî, rewşenbîr, kesayetiyên ayînî û civakî daxwaza aramkirina rewşê û pêkanîna diyalogê dikin. Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) li şûna ku daxwaza bidawîkirina aloziyê bike, bi daxuyaniyeke dûr ji berpirsiyartiyê hewl da agirê şer û nakokiyê geştir bike û cesaret bide wan aliyên navxweyî û herêmî ku dixwazin agirê şerê Kurd-Kurd xweş bikin.

'DAXUYANIYEKE PROVOKATÎF Û DÛRÎ JI RASTIYÊ YE'

Ew daxuyaniya alîkarê berdevkê wezareta derve ya DYE’ê bi temamî daxuyaniyeke provakatîf e, ji rastiyê dûr e û li ser bingehê berewajî nîşandana bûyeran hatiye amadekirin. DYE li şûna ku rexne li sewqiyata leşkerî û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê bike, bi hemû awayî piştevaniya wê û teşwîq dike. DYE ne tenê li hemberî operasyona dagirkerî ya dewleta Tirk û sûcên şer ên Erdogan deng dernaxîne, her wiha hewl dide bi piştevaniya li siyaseta şerxwazî û berewajîkirinê ya PDK’ê atmosfereke neyênî ya têkiliyên di navbera hêzên Kurdî kûrtir bike.

BANGA LI GELÊ KURD Û HÊZÊN SIYASÎ

Em wê daxuyaniya alîkarê berdevkê wezareta derve ya DYE’ê şermezar dikin û bang li gelê Kurd bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, hêz û aliyên siyasî û reşwenbîran dikîn ku li hemberî wê daxuyaniya provakatîf hişyar bin û hewldanên xwe ya ji bo aramî û çareseriya pirsgirêkan zêde bikin."