Îmîr: AKP ji ber ku tengav e û têk diçe darbe kir

Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr der barê desteserkirina şaredariyan diyar kir, rejîma AKP-MHP ji ber ku tengav bûye û têk diçe darbe li demokrasiyê kiriye.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î ji ANF'ê re axivî.

Îmîr bal kişand ser tengaviya AKP'ê ya li hundir û derveyî welat û diyar kir, ji ber ku di polîtîkayên xwe yên dagirkirina Rojava de têk çû careke din dest bi polîtîkaya qeyûm kir.

Îmîr got, "Ev yek ji nenaskirina Kurdan jî wêdetir e. Bi temamî înkarkirina hebûna Kurdan e. Encama polîtîkaya xitimandî ye, nêzîkatiya faşîzmê ye."

Îmîr destnîşan kir, ya ku hatiye kirin bêhurmetiya li îradeya gel e, bêhurmetiya li destketiyên jinan û hemû nirxane û got, "Ev yek darbeyeke li dijî demokrasiyê ye. Polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê 96 sal in li dijî Kurdan tên meşandin. Berdêleke gelekî giran hatiye dayin û di encamê de mîrateyeke têkoşînê afiriye. Ev êrîş êrîşa ji bo tinekirina derfetên jiyana bi hev re ya civakên Tirkiyeyê ye. Hikumet ji bo parastina xwe û desthilatdariya xwe ketiye nava hewldaneke bi vî rengî. Ji bo her kesên demokrasîxwaz ev yek desteserkirina îradeyê ye. Divê her kes rabe ser piyan."