ÎHD'ê bîlançoya 9 mehan binpêkirina mafên mirovan eşkere kir

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê diyar kir ku di 9 mehan de 15 hezar û 647 binpêkirinên mafan pêk hatiye.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rapora binpêkirinên mafan ên di 8 mehên sala 2017’an de diyar kir. Serokê Şaxê Racî Bîlîcî û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Bîlîcî diyar kir ku li herêmê tabloyeke şer a giran heye û got, “Polîtîkayên li ser şîddet û şer, li pişt xwe birînên bêtelafî dihêle. Di vê pêvajoyê de her roj mirov jiyana xwe ji dest didin û hêviyên aştî û çareseriyê jî mixabin kêm dibe.”

BÎLANÇO

Di rapora ÎHD’ê ya di 9 mehan de hin daneyên ku derketine pêş wisa ye:

*Ji ber êrîşên polîs, jendirme û cerdevanan 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes birîndar bûn.

*Li girtîgehan 2 kes mirin.

*Ji ber êrîşên ku kiryarên wan ne diyar, 6 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.

*Ji ber şaşî û îhmala fermî 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 161 kes birîndar bûn.

*Ji ber mayîn û teqemeniyan 6 jê zarok, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes birîndar bûn.

*Di şer de gundek hate şewitandin û 12 caran agir bi daristanê ket. Li 31 herêman qedexeya herêma ewlehiyê hate îlankirin, li 63 herêman jî qedexeya derketina derve hate îlankirin.

*Di şer de cenazeyê 10 kesan nehat dayîn. Li dijî cenazeyên 29 gerîlayan bêhurmetî hate kirin.

*Ji ber zextên li ser jinê 9 jinan xwe kuştin.

*Ji ber şîddeta li nav malê 30 jin hatin kuştin, 24 jin birîndar bûn.

*Ji ber şîddeta li ser jinan 6 zarokan xwe kuştin, 5 zarokan jî jiyana xwe ji dest dan.

*Ji aliyê polîs û leşkeran ve 2 hezar û 412 serdegirtinên malan pêk hat. 19 jê zarok, 3 hezar û 278 kes hatin binçavkirin, 2 jê zarok 713 kes hatin girtin.

*6 çalakî hatin qedexekirin, 8 weşan hatin komkirin, 7 weşanên çapemeniyê hatin girtin û 7 malperên înternetê jî hatin qedexekirin.

*35 komele, weqfek û saziyeke perwerdehiyê hatin girtin.

*Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêdetir bûn û bi giştî 905 binpêkirinên mafan pêk hat.

*Di qezayên şer de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes birîndar bûn.

*Ji ber KHK’yan 912 kes ji kar hatin derxistin, 229 kes ji peywirê hatin derxistin, 4 hezar û 28 kes hatin îxrackirin.