Êzidî li kampa AFAD'ê mîna êsîran dijîn

Bi hezaran Êzidiyên piştî fermana 2014'an berê xwe dan Bakurê Kurdistanê, paşeroja wan ne diyar e. Piştî ku Şaredariya Yenîşehîr a Amedê bi rêya qeyûm hate desteserkirin, Êzidî bi zorê li kampa AFAD'ê ya li navçeya Mîdyat a Mêrdînê hatin bicihkirin.

Êzidiyên ku bi êrîşa DAIŞ'ê re fermana 73'an li wan rabû, niha jî li kampa AFAD'ê di nava gelek pirsgirêkan de ne. Êzidiyên li kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê dijîn anîn ziman, ku berê hefteyê carekê dikarîbûn biçin sûkê, lê belê alîkariya ku ji bo kirîna erzaq û xwarinê berê ji wan re dihate dayin, nema tê dayin. Êzidiyan her wiha destnîşan kirin, ku ji ber baweriya wan jî, pirsgirêk derdikevin pêşiya wan.

Êzidiyên bi zorê ji Amedê hatin derxistin û li kampa AFAD'ê ya Mîdyatê hatin bicihkirin, nikarin sûdê ji xizmetên tenduristiyê bigirin, nikarin îbadeta xwe bikin û nikarin bi rengekî azad bigerin. Êzidiyan anîn ziman, ku piştî rayedarên dewletê ew ji Kampa Fîdanlik a Amedê derxistin, şert û mercên jiyanê li wan giran bûne û li kampa AFAD'ê mîna êsîran dijîn.

'CIHÊKARIYÊ DIXIN NAVBERA ME Û SÛRIYEYIYAN'

Xebat E. anî ziman, ku piştî êrîşa DAIŞ'ê, tevî hevser û zarokên xwe 20 rojan tî û birçî meşiyan, ji korîdora hate vekirin derbasî Zaxo bû û ji wir jî hate Tirkiyeyê. Xebat E. got, "Me hê jî psîkolojiya êşên kişandine ji ser xwe neavêtine. Dema ku em li Kampa Fîdanlikê bûn, me xwe ewle didît. Zarokên min hê biçûk in û ji ber ku tişta bi serê me ve hat gelekî bandor li wan kir, em ketin nava tirs û fikaran. Piştî ku em li Kampa Fîdanlikê bi cih bûn, me bawer dikir ku piştî wextekê em ê vê psîkolojiyê ji ser xwe biavêjin. Ji ber ku kamp hem ewle bû hem jî bi perwerde û tenduristiya zarokên me re eleqedar dibûn. Ji bo me mezinan jî gelek alternatîf afirandibûn. Lê belê em ji Kampa Fîdanlikê anîn vê derê. Ev der qet naşibe cihê em beriya niha lê bûn. Li vê kampê penaberên ji Sûriyeyê hebûn û em jî li cem wan hatin bicihkirin. Di navbera me û Sûriyeyiyan de cihêkarî dikirin. Destpêkê em qet nikarîbûn derkevin derveyî kampê. Piştre hefteyê carekê destûr dan me ku biçin nava sûkê. Lê ev rewş car carna diguhere. Carna du hefteyan carekê destûrê didin. Zivistanê tê û em nizanin çi pirsgirêk derkevin pêşberî me. Dikarim bêjim, ku em li kampê mîna êsîran dijîn."

'EM BI ZORÊ ANÎN, MÎNA ÊSÎRAN EM DIJÎN'

Êzidiyekî din ê li kampê Qasim H. jî got, ku li Amedê wan kengî dixwest dikarîbûn derkevin derveyî Kampa Fîdanlikê û di mijara pêdiviyan de ti pirsgirêka wan tine bû. Qasim H. diyar kir ku li kampa AFAD'ê ancax hefteyê carekê dikarin derkevin derve û got, "Li Kampa Fîdanlikê me kengî dixwest em derdiketin derve. Ji xwe gelê Amedê timî dihate serdana me û em bi hev ve hatibûn girêdan. Gel û şaredariya Amedê alîkariya xwe ji bo me ti carî texsîr nekir. Lê ev der gelekî cuda ye. Em hê nizanin bê zivistanê wê bi çi rengî nêzî me bibin. Ji niha ve em ketine nava tirs û fikaran. Em bi zorê anîn vê derê û li vir mîna êsîran em dijîn."