Çû bîlêt bigire, lê nema agahî jê hate girtin

Xizmên Windayan, li aqûbeta Recep Bûttanri yê pirsîn, ku ji bo biçe yekîneya leşkerî çûbû bilet bistîne û nema agahî jê hat.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” di heftiya 622’yemîn de, li ser înternetê onlînê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de, li aqûbeta Recep Bûttanri pirsîn, yê ku di 3’yê Nîsana 1999’an xwest ji Amedê biçe Konyayê û carek din agahî jê nehat standin. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê Yakûp Guven, çîrok windabûna Bûttanari vegot. 
 
Yakûp Goven, bal kişande ser serpêhatiya windabûna Recep û wiha got: “Bûttanri berî winda bibe li Konyayê leşkerî dikir û hatibû destûra malê. Bûttanrî ji bo ku vegere yekîneya xwe di 3’yê Nîsana 1999’an de ji malê derdikeve û diçe otogara Amedê. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Bûttanri nayê girtin.” 
 
Guven, da zanîn ku piştî 4 roj windabûna Bûttanri 3 kesên kiçên sivîl tên cem wan û wiha bilêv kir: “Ev kes derdora 06.00’ê sibehê bi zorê dikevin mala Bûtanri. Ev kes hemû endamên malbatê di odeyekê de kom dikin. Dûre dest bi lêgerîna malê dikin. Li gorî îdîayên malbatê ev kes 40 mîlyar pere û çeka bi rûxsat a malbatê bi xwe re dibin û diçin.” 
 
Guven, bi berdewamî got,“Dayika Bûttanri ji ber vê rewşê serî li Şaxa Miduriyeta Polîsan a Amedê dide. Ji rayedarên polîsan re dibêje, kesên ketin mala wê polîs bûn. Dayika Bûttanri, kesên ketina mala wê bi wêneyan teşhîs dike. Polîs piştî teşhîskirina 3 kesan dikevin nava fikaran û malbatê bi darê zorê ji Miduriyeta Polîsan derdixin.”