Bala Iraqê li ser parlamentê ye!

Krîza siyasî ya avanebûna hikûmeta Iraqê salek pey xwe hişt. Çav li bendê ye ku di nava rojê de ji bo diyarkirina Serokkomariyê li Parlamenta Iraqê civînek bê kirin. Heta vê kêliyê jî aliyên Kurd li ser namzetekî li hev nekirine.

Krîza siyasî ya avanebûna hikûmeta Iraqê salek pey xwe hişt. Çav li bendê ye ku di nava rojê de ji bo diyarkirina Serokkomariyê li Parlamenta Iraqê civînek bê kirin.

Heta vê kêliyê jî tevî hemû hewldanên ku salek bê navber li ser hev civîn û lihevkirinên cuda cuda yên aliyan li ser namzetiya yek kesî aliyên Kurdî li hev nekiriye.

PDK RÊBER EHMED VEKIŞAND, LI ŞÛNA WÎ DR. LETÎF REŞÎD DANÎ

PDK’ê herî dawî namzetê xwe Rêber Ehmed vekişand û li şûna wî Dr. Letîf Reşîd li şûna wî diyar kir. YNK jî diyar kir ku ew li ser namzetiya Dr. Berhem Salih israr in. Niha hemû çav li bendê ye bê ka wê li civîna saetên pêş dawî li vê krîzê bê anîn, serokkomar diyar bibe yan na.

PDK’ê ragihand ku tevlî civîna îro ya parlametê dibe û dengê xwe dide namzetê xwe.

Di civînê de wê gelek namzet bikevin pêşbaziyê, lê awir hemû li ser namzetiya Dr. Letîf Reşîd û Dr. Berhem Salih e. 

Li ser vê yekê ji bo ewlekariyê gelek rêyên giştî li Bexda hatin girtin. Her wiha pira Komarê jî hate girtin. 

KRÎZÊN NEAVABÛNA HIKÛMETÊ

Parçebûna di navbera aliyan de wisa kir ku salek e welat bi vê krîza hikûmetê felç kir û rê li ber destwerdanên welatên cîran vekir. Her wiha rê li ber xwepêşandanên bi xwîn vekir. Yek ji sedemê vê jî lihevnekirina aliyên Kurd a li ser erka Serokkomariyê bû û weke girêkorekê heta vê kêliyê maye. 

‘SOZÊN XWE BI CIH BÎNIN’

Ji ber ku erka Serokkomariyê para YNK’ê ye, YNK jî li ser vê yekê bi israr e ku vê erkê radestî PDK’ê neke. Ji bo vê weke gelek aliyên din bi alî û partiyên Iraqî re li hev kir. Herî dawî Çarçoveya Hemahengî bi PDK’ê re li hev kir. Li ser vê Serokê YNK’ê Bafil Telebanî bi Twîtekê ya ‘Sozên we dayîn bi cih bînin’ bang li Çarçoveya Hemahengî kir. 

Ji ber ku di avakirina hikûmetê de roleke diyarker a Serokkomar heye û ji bo avakirina hikûmetê jî ji nava bloka herî zêde xwedî kursî serokwezîr diyar dike û fermana avakirina hikûmetê dide.

Çarçoveya Hemahengî jî ji bo erka Serokwezîrtiyê jî Mihemed Şiya Sadûnî diyar kiriye. Tevî ku aliyên Sadir vê yekê qebûl jî nake, lê Çarçoveya Hemahengî li ser vê israr e.

Hêjayî bibîrxistinê ye li gorî qanûna piştî rejîma Baas hilweşiya û şûnde erka Serokkomariyê para Kurdan û li nava Kurdan jî ya YNK’ê ye, Serokwezîr para Şîa, Serokê Meclîsê jî para Sune ye.