'Çapemeniya Kurd li dijî neheqiyan wê hebûna xwe bidomîne'

Rojnamegerên ji Bakurê Kurdistanê derheqa Roja Rojnamegerên Kurd, ku 122 sal li pey xwe hişt, gotin li gel neheqiyna jî ew ê hebûna xwe bidomînin.

Beriya bi 122 salan îro hijmara pêşî ya rojnameya pêşî ya Kurd, Kurdistanê weşiya û hîmê medyaya Kurd hate danîn. Rojnameya Kurdsitanê 22'yê Nîsana 1898'an li Qahîreyê ya Misrê ji hêla Mîqdat Mîdhat Bedirxan ve hate derxistin, bi 4 rûpelî hate derxistin û heta 1902'yan 31 hijmar derket.

Dîroka ku rojnameya Kurdistanê weşiyayî wek roja Rojnameya Rojnamavanên Kurd tê qebûlkirin.

Nûçegihana Jin Newsê Bêrîtan Canozer derbarê rojê got çapemeniya Kurd her carê bûye hedef û hatiye xwestin ku were bêdengkirin lê rojnameyên Kurd her demê li ber xwe daye, têkoşiyaye.

Canozer bi bîr xist di vê pêvajoyê de gelek saziyên wan hatine giran, hevalên wan hatine girtin, qetilkirin lê li gel her cure zext û zordariyê jî wan, xebatkarên çapemeniya azad ev rêç domandine.

Canozer got,''Nexasim em li ser rawestiyan ku bi Kurdî nûçeyan hazir bikin, bi Kurdî weşanê bikin û rojnameya Kurdî derxînin, li ser vê me vîna xwe nîşan da. Ji ber ku ya ku me heyî dike û li ser dîroka me dibe ronî zimanê me ye. Divê hedefa sereke ya rojnamgerên Kurd ew eb ku bi Kurdî binivisin.''

Edîtorê Ajansa Nûçeya a Mezopotamyayê Bilal Guldem bal kişande ser rola rojnameyên Kurd û çapemeniya Kurd û got, ''Di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke giran li ser wan heye.'' Guldem diyar kir li gel hemû zext û zordarî û girtinan  a li ser rojnamegerên Kurd jî rûdanên li Kurdistanê û herêmê digihînin raya giştî û di pêvajoya vîrûsa koronayê de jî li tiştekî nasekinin û hewl didin heqîqetê bigihînin gel.

Guldem her wiha bal kişande ser rojnamegerên Kurd ên ku li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê girtî ne û xwest ku rojnamegerên Kurd werin berdan.

Rojnameya Jin Newsê Filîz Zeyrek jî bal kişande ser zext û zordariya li ser rojnamegerên Kurd, bi bîr xist ku gelek caran ajansa wan, rojname û TV'yên Kurd hatine girtin lê li dijî van êrîş û zextên li ser wan ew bêhtir xurt dibin.

Zeyrek jî bal kişande ser rojnamegerên Kurd ên girtî û got, dewleta Tirk nûçegihanan, siyasetmedaran li girtîgehan dihêle lê tecawizkaran, kujeran, mafya berdide.