'Çand û ziman wê bi Xweseriya Şengalê bi pêş bikeve'

Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê bi daxuyaniyekê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Di 17’ê Mijdara 1999’an de Rêxistina Perwerde, Zanist û Çand a Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), 21’ê Sibatê wekî roja Zimanê Dayikê ragihand û ji wê salê ve, ev roj bi çalakiyên cûr be cûr, wekî cejna zimanê dayikê  tê pîroz kirin.

Bi wesîleya vê rojê, li Şengalê jî Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê  diyarî li ser şagirtên dibistana belavkirin û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî fermanê 8 sal in di nav zor, zehmetî û êrişên giran de xebatên ziman û perwerdeyê hatiye meşandin û bang li Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çand a Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hatekirin da ku ji bo pêşxistna sîstema zimanê dayikê li Şengalê  bibe alîkar.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serîde ev roj li tevahiya zarok û kesên ji bo pêşxistina zimanê dayîkê ked dane pîroz be. Em weke civaka Şengalê 8 salin di nava hemû zor, zehmetî, zext û êrîşên tevahî hêzên êrişkar de, me bi her awayî li ber xwe da û em ê her tim jî li beramberî neheqî û zextên li dijî mirovahiyê li ber xwe bidin. Ji ber ku em civakek bi çand, ol û baweriya xwe ve girêdayî ne û em dest ji ti kesî re nadeynîn em her tim rastî qirkirin û fermanan tên. Ji ber ku Êzdiyatî bingeh û koka hemû mirovahiyê ye lewma hêzên desthilatdar dixwazin di serî de koka mirovahiyê tine bikin. Ji ber wê çendê ye ev qasî bi hovane êrişî civaka me dikin. Bê guman dema em li van êriş û qirkirina çandî ya li ser civaka me tên kirin temaşe dikin, em dibînin yên ku herî zêde dibe mexdûrê van êrişan û ji mafên xwe yên jiyanê bêpar dimînin zarok in. Ji ber wê yekê yên ku herî zêde pêwîstiya wan bi alîkarî û piştgiriyê jî hene dîsa zarok in.

Komek ciwanên xwebexş ên vê civakê jî hewl dan bi zarokên civaka xwe re bibin alîkar, wan li gor bîr, bawerî û dîroka wan perwerde bikin û ji polîtikayên qirkirina çandî biparêzin. Lewra ev bû heşt sal di nava hemû derfetên teng de, hem ên madî hem jî yên manewî de em ji bo zarokên gelê xwe xebatên ziman û perwerdehiyê dimeşînin. Ev heşt sal in me xwe weke Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê birêxistin kiriye û em bi derfetên xwe zarokên civaka xwe bi zimanê dayîkê perwerde dikin. Lê ji ber bê derfetiyan em di gelek milan de kêm dimînin, ji ber wê yekê ji bo ku em zarokên civaka xwe di her milî de perwerde bikin û li beramberî polîtîkayên qirkirina çandî biparêzin, pêwîstiya me bi piştgirî û alîkariyeke xurt heye. Ji ber vê rastiyê, em weke mamosteyên ziman û perwerdeya Şengalê banga xwe digihînin her kesê ku ji bo mirovatiyê kar dike, ji bo parastin û pêşxistina çand û zimanê dayîkê bi me re bibin alîkar û destekê bidin xebatên me.

Bi wesîleya vê rojê em bang li UNESCO dikin ku ev roj wekî cejn îlan kiriye. Wekî tê zanîn UNESCO; Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çand a Neteweyên Yekbûyî ye. Yek ji erkên esasî yên vê saziyê jî ew e piştgirî bide çand û civakên ku bi qirkirinê re rû bi rû ne. Wekî civakek ku rastî fermanan hatiye, UNESCO jî pêwîst e piştgiriya xebatên ziman û perwerdeyê ya Şengalê bike.

Civaka Êzidî niha bi berdêlên giran têkoşîna sîstema xweseriya demokratîk dimeşîne. Lê em baş dizanin ku xweseriya civakek di serî de bi dewlemendiya çand û zimanê wê pêş bikeve. Ger civakek bi zimanê xwe nexwîne, nenivîse û nepeyive, dibe mehkumê hemû rengên helandinê. Lewra beşek esasî yê xweseriya Şengalê ziman û çanda wê ye. Lewra em bangawazî dikin ku her kes bi taybet jî civaka me ya Êzidî li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derbikeve û destekê bide saziyên xwe yên çand, ziman û perwerdeyê. Weke mamosteyên ziman û perwerdeyê, em bawer dikin ku wê civaka me tevî hemû sazî û dezgehên xwe bi awayek xurt beşdarî vê kampanyayê bibin û ji bo pêşxistina xebatên ziman û perwerdeyê em gavên mezin bi hev re bavêjin.”