Çalakvanên Greva Mexmûrê: Armanc azadiya Ocalan e

Çalakvanên koma 9’an a greva birçîbûnê dewir girtin, bal kişandin ser asta çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê û gotin: "Armanca me ya sereke, şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber APO ye."

Çalakiya greva birçîbûnê yên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ku 16’ê Kanûna 2018’an destpê kiribû, di roja 25’an de bi koma 9’an hate dewir girtin. Çalakvanan anî ziman ku armanca wan a sereke, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

'WÊ TECRÎD BIŞKÊ'

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şkandina tecrîdê, her ku diçe berfireh dibin. Heta niha ji gelek beşên civakî derdor tevlî çalakiyan bûne. Hem li Bakurê Kurdistanê li zindan û derve, hem li başûrê Kurdistanê, li Ewropa û gelek deverên din çalakiyên Kurd û dostên wan ên ji bo şkandina tecrîdê didomin. Rojnamegerên Azad, ne tenê bi çêkirina nûçeyên van çalakiyan ew bi xwe jî tevlî van çalakiyan dibin û helwesta xwe ya rewşenbîriyê tînin cih. 

Rojnameger Argeş  Deniz ê tevlî çalakiya bûye, di serî de yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurdistan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê bi komloyekê hatibûn qetilkirin bibîr anîn. 

Deniz, li ser tevlîbûna çalakiyê wiha axivî: “Ji bo destekirin çalakiyên bi aramanca şikandina Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven û hatî destpêkirin, silav dikin. Greva birçîbûnê li Kurdistan, derveyî welat û sernaserî cîhanê hatiye destpêkirin, heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiyên me bidomin.

‘BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN’

Rojnameger Rêber Kapar jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û got: Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ev 63 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ye. Her wiha li zindanan, li Başûrê Kurdistan û Ewropayê jî çalakî didomin. Em jî hem weke rojnemgerekî Kurd, hem jî weke welatiyekî wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo destekirinê tevlî çalakiyê bûne.

Armanca me ya yekem, şikandina tecrîda giran a li ser Rêbertiya me û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye. Ji bo ev jî pêk were, bi çi rêbazê dibe bila bibe wê çalakiyên me bidomin. Dijmin dixwaze me fêrî tecrîdê bike û bide rewakirin. Em vê yekê napejirînin. Berdêla wê çi dibe bila bibe ji bo azadiya Rêbertiya xwe em ê têbikoşin.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN DIVÊ BERXWEDANEKE TOPYEKÛN HEBE’

Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel Filîz Bûdak jî got: “Ev demeke dirêj e tecrîdeke giran a li ser Rêbertiya me heye û agahî jê nayê girtin. Bi sala nû re konseptên tunekirin û qirkirinê li ser gelê Kurd dane destpêkirin. Ji bo vê jî divê li dijî vê qirkirina topyekûn berxwedaneke topyekûn bê kirin. Erkê me yê sereke bi awayekî fîzîkî azadkirina Rêbertiya xwe ye. Vîn û hêza me, Rêbertiya me ye. Her carê em vê yekê tînin ziman. Tecrîda li ser Rêbertiya me di heman demê de tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd.

Weke jin, pêşengiya çalakiyan ji bo me bi watetir e. Weke jin xwedî li Rêbertiyê derketin girîng e. Bi destpêkirina sala nû re pêlên çalakiyên ji bo azadkirina Rêber Apo, bi teybet çalakiyên grevên biçîbûnê yên li zindan, welat û derveyî welat hatine destpêkirin. Yekan e armanca van çalakiyan heye, ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”