Çalakiyên şermezarkirina komployê: 8 dagirker hatin kuştin

Ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerîlayan li Gever û Payîzaxayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin

HEMÛ ÇEPER HATIN ÎMHAKIRIN

“Di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ya li Eyaleta Serhedê ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê hêzên me di 5’ê Cotmehê saet di 18.30’an de li nêzî girê qereqola Gulîzerkê ya Payîzaxaya Wanê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker kirine hedef. Hêzên me ji nêz ve û ji du milan ve li leşkeran dane. Hemû çeper hatine îmhakirin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 6 leşkerên dijmin hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Hêzên me li vê derê dest danîne ser dûrbîn û mîgfereke leşkeran û hemû alavên leşkeran şewitandine. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

LI GEVERÊ WESAYÎTA ZIRXÎ HATE ÎMHAKIRIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me ji bo şermezarkirina 9’ê Cotmehê li nêzî qereqola Berê Şikefta ya Geverê ya Colemêrgê wesayîteke zirxî ya Kîrpî kiriye hedef û bi taktîka sabotajê ev wesayît teqandiye. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran dora qada çalakiyê bomberdûman kiriye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 4’ê Cotmehê saet di 18.20’an de Qada Geliyê Avaşînê û di 6’ê Cotmehê saet di navbera 15.00 û 16.00’an de jî qada Şikefta Birîndara ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

2 GERÎLAYÊN KU ŞEHÎD HATIBÛN ÎLANKIRIN GIHIŞTIN YEKÎNEYÊN XWE

Me di 5’ê Cotmehê de diyar kiribû ku di 13’ê Îlonê de li Zozanên Arpetê artêşa Tirk a dagirker operasyonek dabû destpêkirin û di vê operasyonê de 5 rêhevalên me şehîd bûne.  Rêhevalên me Artos (Bayram Başkale) û Delîl (Dervîş Aydin) ên ku me diyar kiribûn şehîd bûne, tiştek bi wan nehatiye û bi selametî gihiştine yekîneyên xwe.”