Çalakiya nobedê ya Şengalê kete roja 39’an

Çalakiya nobedê ya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 39’ an didome.

Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê,bi armaca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 39’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Xelkê Şengalê heta niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine.

Ji bo vê jî xelkê Şengalê diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.